MERSÎN - Girtiye siyasî Hamza Çîçekçî yê li Girtîgeha Silifke girtîye 35 rojin di yek hucreyê de te girtin.
Girtiye siyasî Hamza Çîçekçî yê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin û li Girtîgeha Silifke girtîye 35 rojin di yek hucreyê de te girtin. Çîçekçî ku di 3'ê Kanûna 2016'an de hat girtin û şandin Girtîgeha Tarsûsa Mêrsînê piştî hat girtin şandin Sîlîfkiyê. Çîçekçî bi riya parêzerê xwe serî li Şaxa ÎHD'ê ya Tarsûsê da û diyar kir ku 35 rojin di yek hucreyê detê girtin. Çiçekçî anî ziman ku hemû daxwazên wî nayên bersivandin û di bin tercîdê de tê girtin. Çîçekçî, bi riya parêzeran anî ziman ku rojnameyan nadin wî, destûr nadin derkevin hewqşê û daxwaza wî ya ava germ û çayê nayê bersivandin. Kurê Hamza Huseyin Çiçekçî jî ani ziman ku di bin navê OHAL'ê de hemû mafê bavê wî tên binpêkirin û wiha got: "Bavê min bi hinceta medyaya civakî hat girtin. Daxwaza wî ya neqla girtîgehê tê redkirin. Girtina bavê min û pêkanînên li ser wî tev li dijî zagon û hiqûqê ne.
Parêzerê Çîçekçî Yilmaz Talay, jî anî ziman ku muwekilê wî di yek hucreyê de tê girtin û pêkanînên li ser wî tê meşandin li dijî mafên mirovan in.