Serma eleqeya li hemberî etaran zêde dike

STENBOL - Zêdebûna sermayê eleqeya li hemberî etaran zêde dike. Etar Bariş Ateş, diyar kir ku nêzî 70 cureyên giha li cem wî heye û çaya gihayên cuda amade dike dide muşteriyên xwe. Ateş, got "Hûn ne nexweş bin jî rojê îskanek çaya giha vexwîn."

Bi hatina zivistanê û zêdebûna sermayê re nexweşiyên wekî kuxik, bapêş, zekem, îshal û zikêşê jî zêde bûn. Zêdebûna sermayê û nexweşiyên zivistanê eleqeya li hemberî giha û etaran zêde kir. Etar di vê demsalê de herî zêde gihayên wekî ixlemûr, darçîn, qurnefil, zencefîl û şîlanê li muşteriyên xwe belav dikin. Etar Bariş Ateş ê 48 salî ku 24 salin dikana giha vekiriye û etariyê dike diyar kir ku zêdebûna sermayê nexweşiyan jî zêde dike û ji ber vê yekê eleqeya giha jî zêde dibe. Ateş ku li navçeya Şişliya Stenbolê etariyê dike, diyar kir ku li Stenbolê etar pir hindik in û wiha got: "Li Stenbolê ji bo mirov etariyê bike divê berî her tiştî gihan nas bike û zanibe kijan giha ji kijan nexweşiyê re derman e. Ateş, da zanîn ku nêzî 70 cureyên giha li cem wî heye. Em ji van gihayan çayê çêdikin. Ger ku hûn ne nexweş bin jî divê hûn rojê îskanek (şûşe) van gihayan vexwin. Ger ku hûn her roj şûşeyek çaya van gihayan vexwîn serma û senxweşiya zivistanê dê nikaribe bandorê li ser we bike.
Hin dermanên me yên taybet hene. Macûna ku ji dims, hingiv û gelek cureyên giha pêk tê ji bo gelek nexeşî û sermayê derman e.