Ji bo nûçeya ku got ‘Divê teqez ez wê bişopînim' çû, lê venegeriya

STENBOL- Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe yê ji bo nûçeyeke ku got, “Hevalno teqez divê ez vê bişopînim' derketibû, ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û paşê bi lêdanê hatibû kuştin. Lê ev 21 sal e rojnamegeriya Goktepe her ji bo namzetên rojnamgeriyê hest û best e.

Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe yê 21 sal ber ê ji bo nûçeyeke ku got, “Hevalno teqez divê ez vê bişopînim' derketibû, ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û paşê bi lêdanê hatibû kuştin.

Metîn Goktepe, di 8'ê çileya 1996'an de ji bo nûçeya cenazeyên girtiyên li Girtîgeha Umraniye ya Stenbolê bişopîne, çûbû Alîbeykoyê. Lê belê bi hinceta "Qerta Çaoemeniyê ya Zer" a wî tune bû ew nexistibûn hundur. Lê piştî Goktepe di şopandina nûçeyê de israr dike, tê binçavkirin û nêzî hezar mirovê wî jî dibin Eywana Sporê ya Eyûpê. Li vir ji bo Goktepe, "muameleya taybet a rojnamegeran" hat gotin û bi copan rastî lê dana polîsan hatibû û jiyana xwe ji dest dabû.

JI ALIYÊ POLÎSAN VE BI LÊDANÊ HAT KUŞTIN

Mirina Goktepe dengekî mezin da. Wezîrê Karên Navxweyî Teoman Unusan ê wê demê di 11'ê çileya 1996'an de di bernameya 32. Gunê de daxuyaniyeke wiha da: "Têkildarî mijarê nexwedî agahiyên zelal im. Lê belê, bi agahiyên dawî re diyar dikin ku, Metîn Goktepe ji ser dîwar ketiye û miriye." Goktepe yê hat îdiakirin ku, ji dîwar ketiye, paşê bi serdeçûyîna raya giştî re hat qebûlkirin ku, di bin çavan de bi lêdanê hatiye kuştin.

POLÎSÊN GOKTEPE KUŞTIN BI EFÛYÊ RE HATIN BERDAN

Doza Goktepe bajr bi bajar geriya û tam 4 salan domiya. Di dadgeha sibata 1999'an de biryar der barê ji 11 karmendan 6'an jê 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat dayîn. Doza ku jia liyê usûlî ve hat xerakirin, ji 6 karmendên hatin cezakirin, cezayê 5'an jê hat tesdîqkirin û cezayê li bersûc amîrê polîsan hat birîn jî hat xerakirin. Lê belê, polîsa zaf di girtîgehê de neman. Polîsên bersûc piştî sal û mehan bi 'Efûya Rahşanê' hatin berdan.

LI SER NAVÊ WÎ XELAT TÊN DAYÎN

Piştî mirina wî, li ser navê wî gelek stran hatin çêkirin û gelek helbest hatin nivîsandin. Her çiqas 21 sal di ser mirina wî re derbas bûbe jî, rojnamgeriya wî ji bo gelek namzetên rojnageriyê her hest û best e. Ji bo bîranîna Goktepe her zînde be, ji sala 1998'an vir ve her sal di 10'ê nîsanê de ku ev dîroka rojbûyîna wî ye, di gelek şaxan de bi navê "Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe" tênd ayîn.