Li Şakranê 'îşkenceya odeya bisînger'

ÎZMÎR -Li Girtîgeha Şakranê ya Alîagayê derket holê ku, girtiyên siyasî ji aliyê gardiyanan ve hatine derbkirin û paşê bi awyaekî tazî ew birine odeya bisînger. Girtî bi rêya parêzerên xwe, ev pêkanîn gilî kirin.

Li Girtîgeha Şakranê ya li Alîagaya Îzmîrê ye, girtiyên siyasî anî ziman ku "ew rastî îşekneceyê tên" û giliyê gardiyan û mudurên girtîgehê kirin. Di daxwazanameya bi rêya parêzeran dan Serdozgeriya Komarê ya Alîagayê, tê de hat diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê û peywirdarên wê "peywira xwe bi awayekî kirêt bi kar tînin", "îşkenceyê dikin" û ji ber vê yekê hat xwestin ku, lêpirsîn û doz bê vekirin.

Her wiha hat diyarkirin ku ji girtiyan Firat Kaya, Ahmet Sercan Arslan, Ûfîk Keskîn ji bo tespîtkirina derbkirinê ji revîre girtîgehê rapor wergirtine û "ji bo tespîta îşkenceyê sewqkirina wan î Saziya Tiba Edlî" hat xwestin.

GARDIYANAN LÊDA, SERGARDIYAN BI KÊFÎ TEMAŞE KIR!

Di daxwaznameya ji dozgeriyê hat şandin re de, îşkenceya li girtîgehê radixîne ber çavan. Hat diyarkirin ku, ji girtiyan Firat Kaya, di 20'ê kanûna 20162an de tê gotin ku, kargoyek jê re hatiye û wî dibin odeya hevdîtinan parêzeran lê pêk tê û her wiha girtiyên din jî dibin odeyên hevdîtina parêzeran ên din.

Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku, gardiyanan ji Firat Kaya nasname xwestiye û ji ber nasname nedaye, hatiye derbkirin û hat îfadekirin ku, sergardiyan fermana êrîşê daye û li ser vê Kaya rastî êrîşa gardiyanên din tê û her wiha sergardiyan jî êrîş temaşe kiriye. Di daxwaznameyê de wiha hat gotin: "Gardiyanan bi pehîn û kulman êrîşî muwekîlê min Kaya kirine. Ew dirêjî erdê kirine û serê wî li erdê xistine, bi pehînan lê xistine. Dema xwîn ji pozê wî tê, wî dibin odeyeke li korîdorê. Li wê odeyê jî lê didin, bi copan li serê wî û noqa wî didin. Ji newqa xwe gelek derb xwarine. Êrîş bi fermana sergardiyan E., ji aliyê 5-6 gardiyanan ve pêk hatiye."

'LI ODEYA BISÎNGER BI AWAYEKÎ TAZÎ ÎŞKENCE'

Di daxwaznameyê d ehat diyarkirin ku, paşê Kaya birine hucerye 9'emîn a bisînger û wiha hat gotin: "Li ber hucreya bisînger dubare lê didin, kincn wî jê dikin, tenê cilên wî yên li bin li ser dimînin û wî davêjin hucreyê. Kaya, 24 saetan li hucreya cemidî tê ragirtin. Piştî ji hucreya bisînger tê derxistin wî dibin revîrê. Cihên bi gumana şikestin hene, fîlmên wan hatiye kişandin û rapora bijîşk hatiye amadekirin."

GILÎ KIR

Parêzer Dînçer Çalim jî di daxwaznameyê de diyar kir ku, di dema hevdîtina bi muwekîlê xwe Kaya re raçav kiriye ku, li bin çavê çepê yê Kaya reşahî hebûye û ji aliyê çepê êşa ve newqa diêşiya. Çalim diyar kir ku, guman e ku parxawanên Kaya şikiyane û çîpa wî ya rastî werimiye. Çalim diyar kir ku, kêleka çepê ya serê wî jî werimî bû.

Çalim diyar kir ku, Fırat Kaya û Ahmet Sercan Arslan têkildarî van êrîşan daxwazname ji Wezareta Dadê û dozger re nivîsandine û dane îdareyê û ew nizanin ev daxwazname gihaştine cihên xwe yan na û da zanîn ku, giliyê girtîgehê jî kirine.