38 hezar tl ceda li esnafên piştgirî da Roboskiyê birîn

EDENE- Li Seyhanê, 169 esnafên di salvegera Komkujiya Roboskiyê de ji bo şermezarkirinê derabeyên xwe ranekirin, ji bo her yekî jê 227 lîre cezayê pereyî hat birîn.

Di îlona 2015'an de Muduriyeta Polîsan a Edeneyê, Navenda Hînkirina Pîşeyê (SEMER) a li ser Kolana Şehîtlîkê ya Taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhanê, veguherand qereqolê. Esnafan anî ziman ku, polîsên li vê qereqolê hatine bicihkirin, her roj di bin navê "operasyonên aramiyê" de operasyonan li dixin û bi awayekî zêde wan nerihet dikin û heqaretî wan dikin. Esnafan diyar kir ku, herî dawî jî ji ber wan ji bo salvegera komkujiya Roboskiyê derabeyên xwe ranekirine, polîsan bi ser taxê de girtiye û bi darê zorê xwetsina bi wan kargehên wan bidin vekirin û gotin, 32'yemîn madeya Qanûna Qebahetan hatiye derpêşkirin û li gor vê madeyê 169 esmafî yeko yeko 227 lîre cezayeê pereyî birîne.

'ESNAF NIKARIN KAR BIKIN'

Esnafan got, ji ber ew ji rojnamgeran re diaxivin, polîsa dubare bi ser wan d edigre û ji ber vê nexwestin navê wan bê aşkerekirin. Esnafan diyar kir ku, polîs tim bi ser dikanên wan de digirin û herî dawî jî ji ber wan derabeyên xwe daxistine li hemû esnafan 227 lîre cezayê pereyî hatiye birîn û wiha axivîn: "Tim lêgerînê dikin. Heqaretî me jî dikin. Esnaf êdî nikarin karekî bikin. Niştecihên taxê ji van pêkanînên polîsan êdî zaf nerihet dibin. Em dixwazin demildest dawî li van pêkanînan bê." Esnafan ragihand ku, polîs zorê didin wan ku, ew kamerayan li dikanên xwe bixin û dogitin ji wan re wiha dibêjin: "Alîkariya me bikin. Em we diparêzin."

'DI HEDEFA POLÎSAN DE CIWAN HENE'

M.C. anî ziman ku, ji bilî esnafên taxê ciwanên taxê jî di hedefa polîsan de ne û wiha got: "Polîs ji me re dibêjin, 'hûn tiryakê bi kar bînin tiştek nabe, lê alîkariya terorê nekin.' Her ku aciz dibin bi ser cihê ciwanan de digirin û li wan didin. Êdî ciwan ji tirsan niakrin telefonan jî bi akr bînin. Li her kesî tirsek peyda bûye." M.C. ragihand ku, ew jî rastî derbkirina polîsan hatiye û derpêş kir ku, polîs sîxuriyê li ciwanan ferz dikin û got ji wan re wiha dibêjin: "Heke li vir tiştek bibe, haya me pê bixin." M.c. wiha domand: "Polîs tim bi ser cafeyên înternetê û ûbîlardoyan de digirin. Li vir, polîs hem lêgerînaê dikin hem jî li telefonên ciwanan dinihêrin. Li ya min jî nihêrîn. Ji ber di telefona min de wêneyê Ocalan û alayê hebû li min dan û sixêf kirin. Li ciwanên din jî dan."