AMED - Alîkarê Hevserokên Giştî yê ÎHD’ê Racî Bîlîcî li dijî lêpirsîna ji xala 301’emîn a li dijî ÎHD’ê û saziyên mafê mirovan hat vekirin nerazîbûn nîşan da û wiha got: “ÎHD her tim di hedefa hêzên dewletê û desthilatdariyan de ye. Dema ku li vî welatî binpêkirina mafê mirovan bi dawî bibe, wê demê em dikarin parastina mafên mirovan bikin.”
Li dijî ÎHD, THÎV, SES û MAZLUMDER’ê ji ber ku ji bo bajarên hatin xerakirin, rapora binpêkirina mafan amadekirin û parve kirin, ji xala 301’emîn lêpirsîn hat vekirin. Li gel vê lêpirsînê heta niha gelek caran li dijî van saziyan êrîş û operasyon jî pêk hatine. Yek ji van saziyan jî saziya ku li bajarên heremê û Tirkiyê bi salane têkoşîna mafê mirovan dimeşîne ÎHD ye. Alîkarê Hevserokên Giştî yê ÎHD’ê Racî Bîlîcî li dijî vê lêpirsînê ji dîhaberê re axivî û nerazîbûnê nîşanî lêpirsînê da.
‘PARLEMENTERÊN AKP’Ê ME DIKIN HEDEF’
Bîlîcî destnîşan kir ku saziya wan û yên din ji ber ku her tim raporên mafdar derxistiye holê rastî hedefa desthilatdariya siyasî hatine û wiha got: “Herî zêde di nav raporên me de yên binpêkirina mafan pêk aniye hêzên dewletê ne û ew ji ber vê yekê ne rehet in. Armanca avakirina saziya me ew e ku binpêkirina mafan û neheqiyê derxe holê. Kar û emelê me ev e. Ji dema ÎHD hatiye avakirin û heta roja me ya îro rastî pêkûtiyên desthilatdariyan hatiye. Lê herî zêde di dema AKP’ê de rastî operasyonên siyasî hetiye. Êrîşên li ser saziyên me didomin. Komeleya me nemaze jî di hedefa parlementerên desthilatdariyê de ye. Ji ber raporên me gelek caran em rastî gef xwarin û êrîşan hatin.”
‘EM JI BO LEŞKER Û POLÎSAN JÎ BÛNE ALÎKAR’
Bîlîcî bibîr xist ku li hember ÎHD’ê di nav nakokiyan de ye û got ku yek ji van nakokiyan jî ew e ku Hevserokê ÎHD'ê yê giştî Ozturk Turkdogan ji aliyê AKP’ê ve di nav heyeta mirovên aqilmend a pêvajoya çareseriyê de cih girt û îro jî li dijî saziya wan lêpirsîn tê destpêkirin bi serê xwe nakokiyek bêserî û binî ye. Bîlîcî anî ziman ku di şuna ku dewlet û desthilatdarî her tim ji saziyên wek ÎHD’ê û yên din rêz bigire û ji bo wan bibe alîkar, lê bes li dijî wan darbeyê pêk tîne û got ku tu maneyek lêpirsînê bi vî awayî nîne. Bîlîcî got ku dema roj hat ew ji bo leşker û polîsan jî bûne alîkar û wan ji destê PKK’ê bi awayekî ewle radestî malbatê wan kirine.
‘DIXWAZIN RASTÎ DERNEKEVE HOLÊ’
Bîlîcî destnîşan kir ku ji ber ku ew raya giştî ya Tirkiyê û cîhanê agahdar dikin rastî lêpirsîn û hedefan tên û wiha axivî: “Ji ber ku em hemû nebaşiya di qada mafê mirovan de pêk tê, em li aqûbeta kesên di bin çavan de hatin windakirin dipirsin û ji ber serlêdanên me yên AÎHM’ê Tirkiyê neheq dibîne zext li ser me tên kirin. Bêyî ku em nijad, ziman, bawerî, reng û ramanên mirovan bipirsin, ji bo hemû beşên civakê dibin alîkar. Gelek malbatên leşker û polîsan jî ji bo rizgarkirina zarokên xwe serî li saziya me daye. Di demên herî dijwar de ji bo leşker û polîsan me têkoşîna da meşandin û dê ev têkoşîna me jî bidome.”
‘EV LÊPIRSÎN ENCAMA TIRSÊ YE’
Bîlîcî da diyar kir ku li şûna ku dewlet bi ser bêhiqûqiya li bajarên wek Cizîr, Nisêbîn, Sur, Şirnexê ve biçe û wan binpêkirina derbixe holê lê li raporên wan û saziyên wan doz vedike û wiha domand: “Ev encama tirsa wan û sûcdariya ku pêk anîne ye. Lê em li pişt wan raporên xwe ne û em ê van raporan aşkere jî bikin.”
‘KES NIKARE SAZIYÊN ME BÊDENG BIKE’
Bîlîcî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna wan a ji bo aştî, demokrasî, azadî û parastina mafê mirovan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta têkoşîn û daxwazên me yên aştiyane û demokratîk û mafan bi sernekevin em na sekinin. Heke rojek li bajarên heremê û Tirkiyê binpêkirina mafê mirovan bên asta xelaskirinê, em wê demê dikarin kilîd li deriyên xwe bixin. Enxax wê demê parazvanê mafê mirovan dikarin bên bêdengkirin. Lê ji bilî vê tu kes nikare têkoşîna parazvanê mafê mirovan bisekinîne û bêdeng bike. Ji ber ku pêdiviya hemû kesî bi van parazvan û saziyên mafê mirovan heye. Îro pêdiviya wan kesên ku li dijî saziyên me lêpirsîn dane destpêkirin ji bi komeleyên mafê mirovan heye û wê pêdiviya wan çêbibe jî. Em ji bo wan kesên ku duh êrîşî me dikirin û gef li me dixwarin di girtîgehan de rastî îşkenceyê neyên jî têkoşînê didin meşandin. Lê li gel hemû hewldanên çewisandin û bêdengkirina saziyên me, wê dîsa têkoşîna me heta binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe berdewam bike. Bila gumana tu kesî ji vê tune be.”