Berfê Stenbol dîl girt

STENBOL - Li Stenbolê ji ber berfa zêde jiyan felç bû. Berfa zêde ji bo zarokan û ên bi hesreta berfê dijîn jî bû sedema şahî û lîstikê.

Li Stenbolê ji ber berfa zêde jiyan fels bû. Bi taybetî di aliyê trafîkê de zahmetiyên mezin derket. Berfa ku şevê din dest pê kir, bandorek neyînî li ser rêwîtiyê kir. Ji ber berfa zêde trafîk xetimî û her der spîbû. Berfa zêde bandora neyînî li ser sewalên kolanan jî kir. Welatiyên di rê de man, bi zahmetî diçin malên xwe. Balafirgeha Ataturkê jî ket bin bandorê. Gelek seferên balafiran ji ber berfa zêde hatin betalkirin.

Welatî Mustafa Yildirim bertek nîşanî xizmeta şaredariyê da û diyar kir ku maşîneyên şaredariyê naxebitin û wiha got: "Ez bang li rayedarên şaredariyê dikim. "Ger ku ji ber vê berfê halê Stenbolê wisa be, Em dê nikaribin ji malê derkevin. Em neçin kar û di mala xwe de birçî bimînin. Em li vir mexdûr in.