Dêra Ermeniyan kirin otopark

XERPÊT - Sermayedaran, li Xerpêtê Dêra Ermeniyên Protestan a 200 salî ku Ermenî û Suryaniyan lê îbadet dikir kirin otopark.

Dêra Ermeniyên Proteston a li Xerpêtê ku 200 salîn xizmetê dide gelê Ermenî û Suryanî, ji aliyê şîrketek taybet ve kirin otopark. Dêra ku diviya bû bihata parastin, piştî firotin şîrketa taybet, xwediyê şîrketê tabelaya otoparkê li dîwarê wê daliqandin. Midûriyeta Herêmê ya Parastina Hebûnên Siruştî û Çandî ya Amedê, li şûna Dêra Ermeniyên Protestan biparêse heta niha neparat û wekî gom dihat bikar anî. Midûriyetê dêr pêşkêşî şîrketek taybet kir û niha wekî otopar tê bikar anîn. Welatiyên taxê diyar kirin ku tenê ji cîranên wan ên nemisilman tenê ev dêr mabû û niha vê dêrê jî tune dikin. Welatiyên taxê diyar kirin ku wargeh û şûnwarên ermenî û suryaniyan ên li axa Rojhilata Navîn ji aliyê DAIŞ'ê ve tên rûxandin û niha ev warên dîrokî yên ermenî û suryaniyan ên bajarên herêmê jî bê xwedî tên hiştin û pêşkêşî şîrketên taybet tên kirin.