'Gardiyan her roj bi ser kawîşan de digirin'

WAN - Li Girtîgeha Girtî ya Wanê girtiyên siyasî bi hinceta lêgerînê rastî êrîşên gardiyanan hatin.

Li Girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê li dijî girtiyên siyasî êrîş û binpêkirinên mafan zêde dibin. Girtiyên siyasî yên ku li Girtîgeha Tipa F a Wanê girtîne ragihandin ku rastî gef û êrîşên gardiyanan tên. Girtiyên ku bi riya telefonê xwe gihandin malbatên xwe êrîş û binpêkirinên gardiyanan ên li dijî xwe vegotin.

Girtiyan ragihand ku zêdetirî hefteyekê ye her roj gardiyan di ser kogûşên wan de digirin û bi hinceta lêgerînê gelek amûrên wan desteser dikin. Girtiyan bi malabtên xwe re parvekirin ku ew di van lêgerînan de rastî gef û êrîşên fizîkî yên gardiyanan tên.

Her wiha girtiyan ragihand ku gelek mafên wan ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên binpêkirin û gelek pêdiviyên wan nayên bersivandin.