BES: Tu eleqeya endamê me bi êrîşê tune zû berdin

ÎZMÎR - Şaxa BES'ê ya Îzmirê têkildarî êrîşa li Îzmirê pêk hat û binçavkirina 5 endamên xwe yên edliyê daxuyanî da. BES'ê diyar kir ku tu eleweya endamê wan bi êrîşê tune û xwest bi lez û bez serbest bên berdan.

Şaxa Sendikaya Kedkarên Buro (BES) ya Îzmirê têkildarî êrîşa di 5'ê Çile de li Îzmirê pêk hat û girtina 5 endamên xwe yên li Edliyê hatin binçavkirin daxuyanî da. Endam û rêveberên BES'ê li Şaxa xwe ya Konakê civîna çapemeniyê pêk anî. Gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyêde pankarta “Zext, sirgûn, girtin me bêzar nakin. Em bêdeng nebûn, em bêdeng nabin" vekirin. Serokê Şaxa BES'ê Musa Sever, diyar kir ku piştî êrîşa li Îzmirê xebatkarên edliyê ku di navde endam û rêveberên wan ên edliyê hene jî hatin binçavkirin û wiha got: "Der barê binçavkirina endamê me de tu agahiyê nadin me. Bi binçavkirina van endamên me wekî berpirsiyarê bûyerê hatin nîşandan. Tu eleweya van endam û hevalên me bi bûyerê tune. Em dixwazin bi lezgîn endamên me serbest bên berdan. Duh bi xala 679'an a KHK’ê bi hezaran kedkarên cemaweriyê ji peyvirê hatin girtin. 16 endamên me jî di vê çarçoveyê de hatin binçavkirin. Em bang li rayedaran dikin û dixwazin dest ji van pêkanînan berdin û hevalên me bi lezgîn berdin. Em ji cemaweripyê jî dixwazin hestiyar tev bigerin."