Dayika Şemiyê Ocak hat berdan

STENBOL - Dayika Şemiyê û xwişka Hasan Ocak a di çalakiya Şemiyê de daxuyanî dida çapemeniyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Polîsan got "Hûn propaganda PKK'ê dikin" û Maside Ocak, binçav kir. Ocak piştî li midûriyeta polîsan îfade da hat berdan.



Dayikên Şemiyê di hefteya 615'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiya vê hefteyê de Xwişka Hasan Ocak Maside Ocak çîka windayan xwend. Ocak, diyar kir ku 21 sal berê di rewşa OHAL'ê de li Bassayê di 16'ê Çileya 1996’an de komkujî pêk hat û wiha got: "Wê demê Serfermandar rojnameger ji Enqereyê anîn Bassa û diyar kir ku PKK’ê êrîşî dolmişa rêwişan kiriye. Komkujî bi vî rengî kir nûçe. Piştî vê gotinê polîsan got "Tu propaganda rêxistina PKK'ê dike. Du bidomîne em dê mudaxale bikin" Piştre polîsan destûr neda ku daxuyanî bê xwendin.
Polîsan daxuyanî ji destê Ocak kijandin û Ocak binçavkirin. Polîsan piştî li GBT’ya Ocak nerîn. Ocak, bertek nîşanî helwesta polîsan da û got: "Em her hefte li vir daxuyaniyê didin û heman tiştî dibîjin. Polîsan piştî kontrola nasnamyê Ocak binçav kirin û birin Navenda Polîsan a Taksîmê. Parêzera Ocak Gulseren Yolerî û Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu jî li gel Ocak çûn Navenda Polîsan a Taksîmê.

Ocak piştî li midûriyeta polîsan îfade da serbest hat berdan.