STENBOL - Parlamenterên Avusturyayî yên ji bo civîna NATOPA hatin Tirkiye, xwestin Hevserokên HDP'ê û parlamenterên HDP'ê yên girtî ziyaret bikin. Lê Wezareta Dadê daxwaza parlamenteran a ziyaretê red kir.
Parlamenterên Avusturyayî yên ji bo civîna Asambleya Parlamenterên Nato (NATOPA) hatin Tirkiye, xwestin Hevserokên HDP'ê û parlamenterên HDP'ê yên girtî ziyaret bikin. Lê Wezareta Dadê daxwaza parlamenteran a ziyaretê red kir. Parlamenteran si armanca parlamenterên HDP'ê ziyaret bikin çûn Girtîgeha Girtî ya Silivrî. Parlamenterên Avusturya yên partiyên çep û rast ku ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dabûn, serlêdana wan ji aliyê wezaretê ve hat raedkirin. Serlêdana Parlamenteran a ji bo Hevserokê Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş jî hat redkirin. Parlamenter dê sibê jî biçin Rojnameya Cumhuriyetê ziyaret bikin. Parlamenterên Ewropayê dê 3 rojan Li Otela Bomonti Rodison civînê pêk bînin. Parlamenterên NATOPA dê sibê têkildarî mijarê li Otela Rodisonê civîna çapemeniyê pêk bînin.
Li bendê ye ku Serokomar Tayyîp Erdogan jî beşdarî civînê bibe.