Dayikên Şemiyê: Dewletê li Bassa komkujî kir

STENBOL - Dayika Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de komkujiya Bassa pirsin. Dayikan xwestin ji bo çareseriyê bingeha gavên demokratîk û diyalogê bê avêtin. Di çalakiyê de polîsan dayika Şemiyê got "Hûn propaganda PKK'ê dikin" û dayika Şemiyê Maside Ocak, binçav kir.

Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 615'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê û xizmên windayan qurnefil danîn ser wêneyên windayan û pankarta "Faîl diyar in winda li ku ne" vekirin. Di çalakiya windayan de parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî amade bû. Dayikên Şemiyê di vê hefteyê de Komkujya Bassa, Ahmet Kaya yê li Bassa hat windakirin axivîn. Keça Ahmet Kaya yê di 12'ê Çileya 1996’an de di bin çavan de hat windakirin Emine Kaya Erbek axivî. Erbek, wiha got: “Her roj xwîn tê rijandin. Bila êdî xwîn neyê rijandin. Ez ne tenê ji bo dayik û bavê xwe li vir im. Ez ji bo hemû windayan li vir im. Heta winda bên dîtin û hesap ji kujeran bê pirsîn ez dê her hefte li vir bim. Em dixwazin kujerên Bassa bên darizandin û ronîkirin. Ewil li Bassa Komkujî pêk anîn. Piştre li Roboskê komkujî pêk anîn. Heta aştî bê ezê têkoşîna xwe berdewam bikim.

‘KHK TÊGEHA DARBEYÊ YE'

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu jî anî ziman ku dayik her roj êşên mezin dijîn û wiha got: "Em bi xwînê ketin sala 2017'an. Li her derê xwîn diherike. Yên natirsin tenê bombeyên zindî ne. Her kes ditirsin. Niha dîsa 3 KHK'ê din hatin îlankirin. KHK têgeha darbeyê ye. Her çend KHK'ê nû bên îlankirin jî em dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

'EM DÎSA DI BIN SIYA OHAL'Ê DE DAXUYANÎ DIDIN'

Li ser navê Dayikên Şemiyê xwişka Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995'an de hat binçavkirin û windakirin Maside Ocak daxuyanî xwend. Maside Ocak anî ziman ku ew dîsa bi komkujiyan ketin sala 2017'an û wiha got: "Em di bin OHAL'ê de daxuyanî didin. Li ser hev komkujî pêk tên. Em di nava xerakirin û travmayê de ne. Hêj me şîna komkujiyekê negirtiye, komkujiyek din pêk tê. Her roj mirin çêdibin. Em di nava bêhna xwînê ya ku kîn û nifrînê zêde dikin de dijîn. Ji bo pirsgirêk çareser bibe divê bingehê nirxên demokrasiyê ji nûive bên avêtin.

'21 SAL BERÊ BI SER BASSA DE GIRTIN'

Ocak, anî ziman ku 21 sal berê di navbera 10- 12'ê Çile de li navçeya Bassa ya Şirnexê leşkeran bi ser gundê Çevrimlî û Yatagan de girtin û wiha got: "Leşkeran bi ser gundan de girt û welatiyên gund Abdullah Ilhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halit Kaya û Ramazan Oruç hatin binçavkirin. Gundiyên hatin binçavkirin birin birin Fermandariya Cendirmeyan a Taşkonakê Rastî îşkencyê hatin. Di 15'ê Çileya 1996'an de li gundê Koçyurdu Keyayê gund Mehmet Oner ê cerdevan diyar kir ku fermandariya cendirmeyan diyar kiriye ku dê kesen di bin çavan de serbest berdin û ji bo wê divê dolmîşekê ji wan re bişînin. Cerdevanên ku ketin nava şikê Hamit Yılmaz, Abdulhalim Yılmaz, Mehmet Oner û Lokman Ozdemir, ajokar Ramazan Nasti bi dolmîşa plakeya wê 56 AH 320 çûn Fermandariya Cendirmeyan a Taşkonakê

‘ÇUWAL XISTIN SERÊ WAN'

Ocak, wiha berdewam kir: "Li benda cerdevanekî bûn, lê 4 cerdevan çûn. Ji bo şahidan nehêlîn 4 cerdevan li wir kuştin. 6 gundiyên ku berê jî kuştibûn li gel wan bedena 10 kesan xistin dolmîşê. Ew li ser koltukan bi cih kirin û çiwal xistin serê wan. Ajokarê Dolmîşê Ramazan Nas bû. Dolmiş xistin rêya ku ji aliyê cendirmeyan ve hatibû girtin. Tîmên taybet ku rê girtibûn dolmîş dan ber guleyan. Di êrîşa bi roket de 10 ceset tev bûn komir. Ajokarê dolmîşê ku xwest bireve dan ber guleyan û kuştin. Bedenên ku bûn arî teslîmî malbatên wan hatin kirin."


Ocak da zanîn ku piştî bûyerê Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê ku ji saziyên serbixwe pêk dihatin ji Stenbolê hatin û xwestin lêkolîn bikin. Ocak, destnîşan kir ku ji ber hatin astengkirin bi sedema ku "Civak li kuştinê sor kirine û mafê agahiyê bi sînor kirine" gilî kirin. Ocak, destnîşan kir ku wan doz birin DMME'ê û DMME'ê Tirkiye mahkum kiriye.
Ocak, bilêv kir ku 13 şûnde fermandar Adnan Ekmen îtîraf kiriye û hat lekolinkirin li pişt wê vê komkujiyê dewlet derdketiye. Derket holê ku Ne PKK, JÎTEM'ê ev yek pêk anîye.


Ocak, diyar kir ku 21 sal berê di rewşa OHAL'ê de li Bassayê di 16'ê Çileya 1996’an de komkujî pêk hat û wiha got: "Wê demê Serfermandar rojnameger ji Enqereyê anîn Bassa û diyar kir ku PKK’ê êrîşî dolmişa rêwişan kiriye. Komkujî bi vî rengî kir nûçe. Piştî vê gotinê polîsan got "Tu propaganda rêxistina PKK'ê dike. Du bidomîne em dê mudaxale bikin" Piştre polîsan destûr neda ku daxuyanî bê xwendin.

Polîsan daxuyanî ji destê Ocak kijandin û Ocak binçavkirin. Polîsan piştî li GBT’ya Ocak nerîn. Ocak, bertek nîşanî helwesta polîsan da û got: "Em her hefte li vir daxuyaniyê didin û heman tiştî dibîjin. Polîsan piştî kontrola nasnamyê Ocak binçav kirin û birin Navenda Polîsan a Taksîmê. Parêzera Ocak Gulseren Yolerî û Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu jî li gel Ocak çûn Navenda Polîsan a Taksîmê.