NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajaran bi daxuyaniyan bal kişand li ser binpêkirinên mafan û xwestin OHAL bê rakirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Stenbol, Îzmîr, Edene, Amed, Dersim, Wan, Erzirom û Êlihê li dijî dirêjkirina Rêveberiya Awarte (OHAL) daxuyanî hat dayîh û nerazîbûn hat nîşandan. ÎHD'ê di daxuyaniyan de bal kişand li ser binpêkirinên mafên mirovan ên ku di dema Rêveberiya Awarte de zêde bûne. Di çalakiyên hatin darxistin de pankartên wekî "Li dijî şer û zilmê aştî û berxwedan", "Ji OHAL'ê re na" hatin vekirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de li hemberî dirêjkirina OHAL'ê nerazîbûn hate nîşandan û hate gotin di dema OHAL'ê de binpêkirinên mafan derketiye asta herî jor û di vî pêvajoya ku binpêkirinên mafan pir zêde bûye de pêwîstiya Tirkiyeyê rejîma azadiyan, demokrasiyê û parastin û pêşxistina vê yekê heye.
'PÊWÎSTIYA TIRKIYEYÊ AŞTÎ YE'
Di daxuyaniyan de hat xwestin ku OHAL bêrakirin û wiha hat gotin: "Pêwîstiya Tirkiyeyê aştî ye. Pêkanîna polîtîkayên aştî û demokrasiyê ye. Divê OHAL bê rakirin. Rejîma OHAL'ê ya ku niha tê meşandin de dewlet bi terzekî demokratîk na, bi terzekî despokît tê xwestin ji nû ve bê sazkirin. Guhertinên Qanûna Bingehîn jî ji ber vê yekê di şertên rejîma OHAL'ê ku em dijîn tên rojevê. Ji OHAL'ê re na! divê OHAL bê rakirin."
Di hemû çalakiyan de hat xwestin ku OHAL di demeke kin bê rakirin.