KÎLÎS- Şerê li Babê yê di çarçoveya operasyona Mertalên Firatê de pêş dikeve geş dibe. Hat diyar kirin ku di şer de serbazek hatiye kuştin. Çavkaniyên herêmi diyar kirin ku di navbera Elbabê û Kîlîsê de gelek ambulans diçin û tên.
Operasyona TSK'ê ya "Mertalên Firatê" ku li El Babê daye destpêkirin didome. Li qada ku Hêzên Leşkerên Tirk û OSO lê heye DAİŞ'ê êrîş pêk anî. di êrîşê de hat diyar kirin ku serbazê bi navê Selçuk Erdogan hatiye kuştin. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku gelek ambuland birîndar anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Kîlîsê û ambulans di navbera Babê û Kîlîsê de diçin û tên.