ÊLIH - Sûrên Keleha Hezoyê ya 1600 salî ya ji aliyê Xanedaniya Persan ve hat çêkirin ji ber bê xwedî maye xera bûye. Şikefta El-Emer a li hundurê kelehê ye jî veguheriye çopgehê.
Keleha Hezoyê ya li navçeya Hezo ya Êlihê ye, yek ji wan kelehên girîng e ku li herêma Erzenê ku di navbera Heskîf, Sêrt û Farqîn de cih digirin. Keleh, Piştî Zayînê di sala 416'an de ji bo Xanedanê Persan wek navendeke olî li ser girekî bi qelaç hatiye avakirin. Vê keleha ku malxweyiya gelek şaristanî û şeran kiriye, niha roj bi roj dirûxe.
Sûrên ku kelehê dorpêç kirine bi demê re ji ber nexweyîtîkirinê rûxiyane û her wiha keleha hundurîn jî bi heman çarenûsê re rû bi rû ye.
‘HEKE KELEH BÊ RESTOREKIRIN DÊ RUH BIDE TURÎZMÊ'
Niştecihên Taxa Kaleyê gotin, keleha Hezoyê ya bi sala ye nehatiye restorekirin ji ber nexweyîtîkirinê bi rûxandinê re rû bi rû maye û ji ber vê turîst nayên û dibêjin, heke keleh bê restorekirin dê bi awayekî erênî bandorê li aboriyê jî bike û dê ruh bide turîzmê. Seyda Abdulselam Basûtçû (76) ê 50 sal e li Hezoê dijî got, berê keleh birûxe divê bê restorekirin û wiha got: "Em dixwazin ev keleha dîrokî ya remza Hezoyê ye li gor esl û feslê xwe bê restorekirin."
‘DIVÊ LI GOR ESL Û FESLÊ XWE BÊ RESTOREKIRIN'
Basûtçû yê Keleha Hezoyê wek remza Xerziyan pênase kir wiha got: "Ev keleh bi hezaran sal e li ser piya ye. Malovaniya gelek şaristanî, dewlet û çandan kiriye. Em naxwazin keleha me bê rûxandin. Heta niha ji bo kelehê tenê mêrdewanên hesinî hatine çêkirin, lê belê ev têrê nake. Divê keleh li gor esl û feslê xwe bê restorekirin."
‘DEMA BÊ RESTOREKIRIN DIVÊ XWEDIYÊN MALAN NEYÊN MEXDÛRKIRIN'
Basûtçû anî ziman ku, heta niha ji bin keleha dîrokî gelek berhemên dîrokî hatine derxistin û wiha axivî: "Heke dewlet Keleha Hezoyê restore bike, em ê wek gelê Hezoyê li gel wan bin. Lê belê divê keleh li gor esl û feslê xwe bê restorekirin. Xwediyên malên ku malên wan li biniya kelehê ne bêyî bên mexdûrkirin, divê restorasyon bê kirin."
‘KALENİN ALTINDA ORTAYA ÇIKARILMAMIŞ ESERLER VAR’
Basûtçû got, di bin kelehê de berhemên hîn derneketine holê hene û wiha axivî: "Malên li biniya kelehê ne, kevirên wan û kelehê heman kevir in. Dema bê restorekirin, heke ev kevir bên bikaranîn dê raçînga wê xera nebe. Li kelehê hîn gelek berhemên derneketine holê hene. Li kelehê, tuneleke avê hate dîtin. Di bin kelehê de rêyeke dirêj a heta Keleha Qendîlê diçe heye."
Di sala 2015'an de li Taxa Kaleyê gelek avahî ji ber xetereya rûxandinê ji aliyê xwediyên wan ve hatin rûxandin. Di bin maleke hate rûxandin de, tunelek dîrokî hate dîtin. Tunela ku qismek wê yî zêde bi avê hatiye girtin, hat diyarkirin ku ji kesên Keleha Hezoyê pêdiviya xwe yî avê bi cih bînin hatiye bikaranîn. Berê jî li Taxa Kaleyê hin tunel hatine dîtin.
BÛYE NAVENDA TIRYAKÊŞAN
Ji bo vê keleha dîrokî heta niha tu xebatên restorekirinê nehatine destpêkirin û li gel vê, hundurê kelehê jî veguheriye çopgehê. Her wiha defîneger jî li hundurê kelehê gelek caran li zêran geriyane û ji ber vê, gelek deverên kelehê hatine rûxandin. Ji ber her roj perçeyeke kelehê dirûxe, kevirên wê yî li derve jî rîska ketinê didin der. Li gel vê keleha dîrokî bûye navenda tiryakêşan.