ÎZMÎR - H.Î. (17) yê li Girtîgeha Zarokan a Şakranê tê ragirtin, ji bo cezayê hucreyê yên lê tên birîn û pêkanînên li girtîgehê protesto bike ji 9'ê Kanûna 2016'an ve di gireva birçîbûnê de ye.
H.Î. (17) yê li Girtîgeha Zarokan û Ciwanan a Şakranê tê ragirtin, ji bo cezayê hucreyê yên lê tên birîn û pêkanînên li girtîgehê protesto bike ji 9'ê Kanûna 2016'an ve di gireva birçîbûnê de ye. Di 2'yê Îlona 2016'an de li Stenbolê dema di lîstika şanoyê de kuştina dozgerekî dilîstin, tevî hemû hevalên xwe yî komê hatin binçavkirin. Di heman şevê de îfadeya kesên hatin binçavkirin hat wergirtin û serbest hatin berdan, lê ji wan zarokaan tenê H.Î. hat girtin û ew şandin Girtîgeha Maltepeyê.
LI HUCREYÊ JÎ ÎŞKENCE DIDOME
H.Î. yê li Girtîgeha Maltepeyê rastî îşkenceyê giran hat, ew xistin hucreyeke yekesî. H.Î. yê ev pêkanîn protesto kirin, di 9'ê Kanûna 2016'an de dest bi gireva birçîbûnê kir. Di 29'ê Kanûna 2016'an de bêyî hayê malbata wî pê bixin, bi awayekî lez û bez H.Î. birin Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê. H.Î. yê li vir sepandinên rastî wan tê qebûl nekir, hat îşkencekirin, kincên li ser wî hatin qetandin û ew xistin hucreyeke yekesî. H.Î. yê di gireva birçîbûnê de ye û daxwazên xwe ji rêveberiya girtîgehê re ragihand, hat derpêşkirin ku daxwazên wî nehatine qebûl kirin û bi awyaekî sîtematîk rastî lêdaneke qebe tê.
‘TENDURISTIYA WÎ NEBAŞ E, ZÊDE KÎLOYAN DIDE'
Parêzer Dînçer Çalim diyar kir ku, muwekîlê wî ev 31 roj e di grieva birçîbûnê de ye û anî ziman ku, tenduristiya wî nebaş e û her diçe kîloyan dide. Çalim got, mînak ku miorv cihê Tirkiye hatiye ew e ku, zarokekî 17 salî ji bo pêkanînên girtîgehê protesto bike ketiye gireva birçîbûnê û wiha got: "Li hemû girtîgehan îşkence zêde bûye û tekane sedema vê jî, kesên li girtîgehan îşkenceyê dikin nayên cezakirin." Çalim got, di warê îşkenceyê de dewlet li hemberî peywirdarên ecmaweriyê xwe li nedîtiyê datîne û wiha axivî: "Ev kes, heta dewlet ewahiyekê neda wan nikarin îşkenceyê bikin. Ji ber dizanin dê tiştek neyê serê wan vê muameleyê dikin."
‘SERLÊDANÊN ME BÊ ENCAM MAN'
Çalim got, wan gelek caran serî li dadgehên têkildar, Wezareta Dadê, Walîtiya Îzmîrê û Komîsyona Mafên Mirovan a TBMM'ê daye û anî ziman ku, hemû serlêdanên wan bê encam mane. Çalim diyar kir ku, dewlet li hemberî îşkenceyên li girtîgehan xwe li nedîtiyê datîne. Çalim balê kişand ser binpêkirinên mafan û wiha domand: "Em ê giliyên xwe bidomînin. Dê îşkenceyên îşkencekaran li cem wan nemînin. Dixwazin ev pêkûtî li wir bi awayekî nepen bimînin, lê belê dê rastî li paş deriyan nemînin."