STENBOL -Bavê Berkîn Elvan, Samî Elvan têkildarî îdianameya Berkîn Elvan a 3 sal şûnde hat amadekirin, diyar kir ku hêviya wan ji dozê tune ye û wiha got: "Em dibînin ku, ji bo derdora muxalif edalet nayê meşandin."
Berkîn Elvan, ê di dema çalakiyên Parka Geziyê de kapsula gazê li serê wî ket û li nexweşxaneyê piştî 269 rojî şûn de jiyana xwe ji dest da, 3 roj berê rojbûna wî bû. Heke Berkîn sax bûna dê niha 18 salî bûna. Malbata wî piştî rojbûna kurê xwe bi rojekê, hîn bû ku dê polîsê bi navê F.D. yê Berkîn kuşt, bi tawanbariya "Kuştina biqesdî" di 6'ê Nîsanê de derkeve pêşberî dadwer.
'HEMÛ HÊVÎ ÇILMISANDÎ NE'
Bavê Berkîn Elvan, Samî Elvan anî ziman ku, ji roja kapsul li serê kurê wan ketiye heta niha tu tiştekî xwe di jiyana xwe de nedîtine û yên heyî jî her bi bextewariyeke çilmisandî pêşwazî kirine û wiha got: "A rast em wek roja berê ne. Di jiyana me de tu başiyek xwe neda der, tu carî ji bîra me dernakve, bi rastî jî zaf zor e. Ez îro wan mirovên di teqînan de xizmên xwe winda dikin baş fêm dikim. Hêvîdarim di demeke kurt de rewşa welat baş bibe."
'HEKE XWEDÎ LI CEYLAN Û ÛGÛR BIHATANA DERKETIN...'
Samî Elvan wiha got: "Heke xwedî li Ceylan Onkol û Ûgûr Kaymaz bihatana derketin, kiryar bihatanan darizandin, dê îro kurê min sax bûna." Samî Elvan diyar dike ku, mirinên li bajarên kurdan xwe didin der, ji ber nebertekdayîna gelê Tirkiyeyê ye.
Samî Elvan anî ziman ku, di çalakiyên Geziyê de Berkîn bûbû remzek û wiha got: "Em tu carî tenê nehatin hiştin, niha jî ne bi tenê ne. Lê belê, niha rewşa Tirkiyey wisa bûye ku, êdî mirov ditirsin derkevin derve. Fam kirin ku, li devereke qelebalix ewlehiya jiyanê tune ye. Li vî welat, wekî me bi sedan malbat hene, ew çawa bin em jî wisa ne. Em piştevaniya hev dikin."
'TÊKOŞÎN JI BO ZAROKÊN MAYÎ YE'
Samî Elvan got, têkoşîna ku ew dikin tenê ne ji bo Berkîn Elvan e û wiha axivî: "Îro kurê min ne sax e, wê neyê jî. Ji ber vê ev têkoşîn ne ji bo Berkîn e, ji bo hemû zarokan e. Li vir wek şexsî tiştekî ku ez bikim tune ye. Lê belê, heke wek gel em tiştekî bikin, em ê karibin van zarokan xelas bikin. Mafê kesên ku zarokên me qetil kirin, tune ye ku li vî welatî bi rihetî tevbigerin."
'HÊVIYA MIN TUNE YE'
Samî Elvan têkildarî îdianamey ku ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin jî wiha got: "Ji bo min jî amadekirin û qebûlkirina vê îdianameyî bû suprîz." Elvan wiha domand: "Dema em li doza mirovên me yî li Geziyê hatin qetilkirin dinihêrin, bi tu awayî mirov rastî darizandineke rasteqîn nayê. Ji ber vê ji bo me jî, ez îhtimaleke wisa nadimê. Em dibîn ku, ji bo yanî ji bo derdora muxalif edlate nayê meşandin. Li gor van, min gotibû dê edalet neyê. Em ji dadgehê ne li benda tu encamekê ne. Hêvîdarim çi heq kribin dê rastî wê bên." Elvan got, hêviya wî ji dozê tune ye û diyar kir ku, heke bivê ew ê serî li Dadgeha Bilind jî bidin û wiha got: "Heta darizandineke adil pêk bê, em ê dev ji vê bernedin."
'BILA HER KES DESTÊ XWE DEYNE SER WIJDANÊ XWE'
Samî Elvan bi bîr xist ku, dê di 6'ê Nîsanê saet di 10.00'an de doz bê dîtin û wiha banga xwedîderketina lid ozê hat kir: "Ew roj bi rastî jî rojeke zaf girîng e. Dê wê rojê biryara çarenûsa zarokên Tirkiyeyê bê dayîn. Divê wê rojê her kes li wir destê xwe deyne ser wijdanê xwe."