Fîncanci: Di demokrasiyên pêşketî de bi milyonan komele hene

ENQERE - Seroka TÎHV'ê Şebnem Korur Fincanci têkîldarî girtina komeleyên hatin girtin nirxandina "Di rejîmên demokratîk ên pêşketî de hejmara rêxistinên wekî komeleyan bi milyonan tê îfadekirin lê li Tirkiyeyê ev hejmar 100 hezar jî nîne" kir.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkîldarî girtina 370 komeleyan bi biryara Wezareta Karên Hundir li Navenda Giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Nûnerên Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), Komeleya Hİqûnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Gundem Çocuk jî beşdarî civînê bûn.

'HINCETEKÎ ŞENBER TUNEYE'

Seroka TÎHV'ê Şebnem Korur Fincanci adi civînê de axivî û wiha got: "Ev ferasetekî mîlîtarîst e. Ev feraseta mîlîtarîst a ku civaka sivîl wekî tehdîd dibîne, dixwaze Tirkiyeyê li hundir û derve bi terzekî otorîter bi rêve bibe." Fîncanci da zanîn ku têkîldarî girtina 370 komeleyan de tu hincetên şenber nehatiye nîşandan.

Fîncanci anî ziman ku di demokrasiyan de komele nebe nabe û wiha berdewam kir: "Civak, li hemberî îxtidarê hebûna xwe, sekna xwe ya rêxistinbûyî ancax dikare bi riya saziyên bi vî rengî pêk bûne. Di rejîmên demokratîk ên pêşketî de hejmara rêxistinên wekî komeleyan bi milyonan in lê li Tirkiyeyê ev 100 hezar jî nîne. Em wekî ÎHD û TÎHV'ê di pêvajola ku pêdivî bi parastina mafan heye de em ê piştevaniyê xurtir bikin û bibin parçeyekî bibiryarbûnê. Em ê li dijî pêkanînên nedemokratîk têbikoşin."

KOMELEYÊN HATIN GIRTIR: EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN

Piştî Fîncanci nûnerên komeleyên hatin girtin axivîn.

Sekretera ÇHD'ê ya Enqereyê Evîn Konuk wiha got: "Em ji 1974'an heta niha têkoşîna maf û hiqûqê didin. Xebatên me dewlet aciz kir û ji bo me girtin nesurprîz bû. Em ê bi komeleyên din ve xebatên xwe ibdomînin. Jixwe me ji dewletê destur negirt em ê bi fermana wan xebatên xwe ranewestînin."

Nûnerê Komeleya Gundem Çocuk Tanju Gunduzalp jî diyar kir ku ew hewl didin nîşan bidin ku cihanekî din pêkan e û wiha axivî: "Dewlet rêistinekî ku bi MEB'ê re dixebite wekî terorîst e xebatên wî dide sekinandin. Lê vî eleqeyê û têkiliyan xebatên me xurtir kir."

Nûnerê TUHAD-FED'ê jî diyar kir ku ji ber ku ew binpêkirinên mafan ên li girtîgehan teşhîr dikin hatine girtin û wiha berdewam kir: "Ev feraseta dewletê ya mîlîtarîst dikare komeleyan bigire lê em dev je bernadin."

Endama OHD'ê parêzer Şîlan Aydin jî wiha got: "Piştî ku li Kurdistanê qedexeya derketina kolanan hate îlankirin xebatên ku me li wir meşand û rapora ku amade kir dewlet aciz kir. Em jî wekî hemû saziyên dost girêdayî avahiyan nînin. Em ê bi hemû hêza xwe ve xebatên xwe bidomînin. Ev jî nebe wekî welatî em ê xebatên xwe bidomînin. Em KHK'an nasnakin. Ev yekî me xurtir dike."