Pere li vê bazarê derbas nabe

ESKÎŞEHÎR - Navenda Ciwanan li dijî berxuriya modern, li Şaredariya Tepebaşi ya Eskîşehîrê ji mehê carekê bazarê ava dikin û li şûna pereyan her tişt bi pergala teqesiyê (serbiser) pêş dikeve. Li vê bazarê cih ji pereyan re tune.

Navenda Ciwanan li Bajaroka Tepebaşi ya Eskişehirê bi armanca li dijî pergala berxuriya zêde mehê carekê bazarê datînin û dezgehên alternatif ava dikin. Yekîneya projeya Navenda Ciwanan bi projeya “Üstünüze afiyet" (li ser we bimbarek be) di adara 2016'an de bazara teqes (serbiser) ava kirin û mehê carekê bazarê datînin. Ciwan bi armanca ji berxurî û serfkirina zêde re bêjin "Raweste" hemû alav û amûrên li bazarê bi pergala teqesiyê pêş dixin. Li vê bazarê zêdetir cil, alavên malan, bisiklet, alavên pirtûkxaneyê û gelek pêdiviyên ciwanan li vir tên temînkirin. Li vê bazarê pere derbas nabe. Her tişt bi riya teqesiyê ye.

Welatiyên tên vê bazarê alav û amûran alavan li beramberî kuponên veguherandina li xwezayê teslîm digirin. Piştre bi van kuponan li bazarê pêdiviyên xwe distînin. Koordînasyona Projeyê ya Navenda Ciwanan Ezgî Gedin, anî ziman ku ew hemû alav û amûrên li bazarê wekî alav dibînin û qîmetekî maddî yê cuda li ser wan bar nakin.

Gedîn, da zanîn ku welatî zexîre û qûtê xwe yê zêde ji wan re ditin li ser "Sifreya veguherandiê" peşkêşi bazarê dikin. Gedîn, anî ziman ku di serî de xwendekarên zanîngehê rastî geleqeyek mezin a welatiyan tê. Gedin, destnîşan kir ku bi armanca rê li pêş berxuriya zêde bigirin û li dijî pêdiviyên zêde derkevin vê bazarê ava dikin. Gedîn

XWARIN NE ÇOP E

Gedin, bilêv kir ku ji 3 parên xurek û zexîreyê li cîhanê bêyî bê xwarin diçe çopê û wiha got: "Em dixwazin rê li pêş avêtina xwirek û zexîreyên tên avêtin û wekî çop tên bikar anîn bigirin. Em dixwazin bêjin zexîreyên li ser sifrê ne çop e. Em van zexîreyan paqij dikinû dikirn xwarin."

Nametullah Başar - dihaber