STENBOL - Parêz û Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, têkildarî cînayeta siyasetmedara kurd Sakine Cansiz, diyar kir ku hat xwestin doza cînayeta Parîsê bê encam bihêlin û wiha got: "Têkildarî mijarê hemû rêxistinên îstîxbaratê destê wan di nava vê mijarê de heye.
Di ser cînayeta 3 jinên siyasetmedar ên kurd re 3 sal derbas bûn. Lê heta niha têkildarî doza 3 jinên kurd ên siyasetmedar Sakine Cansiz (Sara), Leyla Şaylemez (Ronahi) û Fidan Dogan (Rojbin) tu gav nehatin avêtin. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin, têkildarî jiyana Sakine Cansiz û kuştina kujerê 3 jinên kurd Omer Guney ê li girtîgehê mir axivî.
Keskîn, anî ziman ku ew Cansiz ji dozê wê nas dike û wiha got: "Ewil di sala 1991'an de piştî ji girtîgehê derket min Cansiz naskir. Demek ku ne li bendê bû ji girtîgehê derket. Cansiz ji bo min bibîne hat buroya min ziyaret kir. Dema hat cem min got 'Ez dixwazim parêzera xwe ya wêrek û qemilandî bibîim' Ez vê gotina wê qet ji bîr nakim. Piştî wê her ku diçûm dervê welêt dihat panel û civînan û me li wir hev didît. Me niqaş dikir. Li gel ku demek di nava şer de ma jî her dem ji bo aştiyê têdikoşiya. Her dem di lijî feraseta mêrên serdest û hişmendiya mêr bû. Min her dem bi wî rengî ew nas kir:"
‘EZ LI ROJBÎN GERIYAM LÊ MERSÎV NEHAT'
Keskîn, roja 3 jinên kurd ên siyasetmedar hatin kuştin jî bibîrxist û wiha got: “Yek ji ya hat kuştin jî siyasetmedara kurd a jin Rojbin bû. Rojbîn jina kurd a siyasetmedar a li Parlamentoya Ewropa bi dîplomasiyê leqeder dibû. Di Parlamentoya Ewropa de her kesî nas dikir. Dema li Parîsê bûyer çêbû, ez berî her kesî li wê geriyam. Min got niha agahiya wê pê heye. Ez brî her kesî li Rojbin bifirîm û li wê geriyam. Ez lê eriyam, lê bersîv neda telefona xwe. Lê piştî nav aşkere bûn, min dît yek ji wan Rojbin e. Ez pir xemgîn bûm. Cînayetek ku mirov bawer nake. Di jiyana xwe de wê rojê tu carî ji bîr nakim."
'ÎHMALA ÎNFAZA BÊDARAZ HEYE'
Keskin, da zanrîn ku pêvajoya lêpirsînê hem di aliyê hiqûqî û hem jî di aliyê sincî de nayê qebûlkirin. Îhmala daraza Fransaye gelek zêde ye. Ji ber ku ev doz ji bo pirsgirêka kurd û pirsgirêka kurd di nava aştiyê de çareser bibe gelek girîng e. Ez bawer dikim ku teqez têkiliya rêwistinên îstîxbaratê bi vê bûyerê heye. Divê daraza Fransayê van têkiliyan ronî bike. Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku Daraza Fransayê îhlalek mezin a hiqûqê pêk tîne. Mixabin xwestin vê dozê bê encam û şolî bihêlin. Binpêkirina hiqûqê heye."
Keskin, têkildarî mirina Omer Guney jî wiha got: "Ez hin caran dibêjim yên çek xistin destê Omer Guney û bi wî dan kuştin dizanîbûn ku Omer nexweş? Bi zanebûn ev mirov hilbijartin? Di dîrokê de gelek mînakên cînayetên bi vî rengî hene. Ez bawer dikim ku hemû rêxistinên îstîxbaratê di nava vê bûyerê de ne û têkiliyên wan bi vê yekê heye."