Li Tilqebîn 2 hevşaredar û 2 karker hatin binçavkirin

ŞIRNAK - Hevşaredarên bajarokê Tilqebîn Rabîa Takas, Tahîr Aytiş û 2 xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin.

Li bajaroka Tilqebîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê şevê din tîmên taybet û leşkeran bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de hevşaredarên bajarokê Tilqebîn Rabîa Takas, Tahîr Aytiş û xebatkarên şaredariyê Abdûlhvahît Avar û Haşîm Bîlgîn hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan de polîsan dest danîn ser telefon û kompitiran.

Hat zanîn ku hevşaredar û xebatkarên şaredariyê birin Miduriyeta Polîsan a Silopiya.