STENBOL - Rojnameger û Nûçegîhanê Evrenselê Metin Goktepe, di 21'emîn salvegera kuştina xwe de hat bibîr anîn. Dayika Metin Fadime Goktepe, di bîranînê de axivî û diyar kir ku hemû rojnameger ji bo wê Metin in." Gerînendeyê Weşana Giştî yê Evrenselê Fatih Polat got: "Îro jî bi lêdanê dixwazin rojnamegeriyê qetil bikin."
Rojnameger û Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Metin Goktepe yê di 8'ê Çileya 1996’an de li Umraniye ya Stenbolê hat qetilkirin, li goristana Kemer a Esenlerê ji aliyê malbat û hevalên xwe yên rojnameger ve hat bibîr anîn. Di bernameya bîranînê de Dayika Metin Goktepe Fadime Goktepe, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatih Polat, Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş, Seroka Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, Xebatkarên rojnameya Evrenselê û gelek rojnameger amade bûn.
Li ser gora Goktepe siloganên "Em her yek ji înadê re metînek in", "Hêrsa dayikan dê qatilan bifetisîne" û "Metîn namirin, Evrensel bêdeng nabe" berz kirin. Rojnamegeraen di bîranînê de dowîzên "Bila rojnamegerên girtî bên berdan" û "Li djî medyaya Penguenê rojnamegeriya Metîn Goktepe" rakirin. Rojnamegeran rojnameya Evrenselê danî ser gora Goktepe û Dayika Metin Fadime Goktepe jî kevirê gora Metîn maçîkir.
'HEMÛ ROJNAMEGER HER YEK METÎNEK E'
Di bîranînê de ewil Dayika Metîn Goktepe Fadime Goktepe, diyar kir ku ji ber kurê wê rojnameger bû hat kuştin û wiha got: "Metîn 22 sal berê hat qetilkirin. Ew rojnameger bû. Her zarok, jin, karker û kedkar Metînek e. Ahmet Şik ji bo min Metîn e. Vê hikûmetê her tişt rawestand û ronahiya her kesî tefand. Bila ev zilam îstîfa bike. Tayip her kes da girtin. Ji bo min hemû rojnameger her yek Metînek in."
'BI LÊDANÊ DIXWAZIN ROJNAMEGERIYÊ BIKUJIN'
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatih Polat jî anî ziman ku Metin Goktepe bi lêdanê hat kuştin û wiha got: "Rojnamegerê Cumhuriyetê Ahmet Şık jî hevalê Metîn ê herî nêzîk bû. Îro jî rojnamegerî bi lêdanê tê xwestin bê tunekirin. Li Tirkiye 145 rojnameger girtî ne. Nêzî 170 medya hatine girtin. Rêveber, nivîskar û nûçegîhanên Cumhuriyetê bi giştî 10 kes 65 roj girtî ne. Herî dawî Rojnameger Ahmet Şik hat girtin. Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya girtî ye. Li gel hemû zextan rojnamegerî di ber xwe dide û serî natewîne."
Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî anî ziman ku ew şertên siyasî yên ku Metîn Goktepe kuşt îro hêj didome. Gurkan anî ziman ku êrî zext û tundî kirine halekî rewa û wiha got: "Her çend îktîdar bêje 'Em ji bo têkoşîna bi terorê re OHAL'ê ilan dikin' jî polîtîkayên wê yên bi welatên cîran û Rojhilata Navîn re diyar in û çi dibe bila bibe ew dê rojnamegeriyê berdewam bikin."
Rojnameger, malbat û siyasetmedaran piştî qurnefil danîn ser gora Metin Goktepe ji goristanê qetiyan.