HEWLER - Serokwezîr Bînalî Yildirim, bi Serokwezir Bînalî Yîldirim re civîn pêk anî. Piştî civînê daxuyanî dan çapemeniyê. Yildirim destkeftiyên Kurdan ên çarbeşan hedef da nîşandan. Barzanî jî spasiya xwe ji bo piştgiriyên dewleta Tirk ji bo Herêma Kurdistanê anî ziman.
Serokwezîrê Tirkiye Bînalî Yildirim ku di 7'ê Çile de çû Iraqê û li Bexda bi Serokwezirê Iraqê Heyder Ebadî re civîn pêk anî, şev nîvê şevê hat Hewlerê. Serokwezîr Bînalî Yîldirim Serê sibê bi Serokê hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Yildirim, piştre bi Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Yildirim, li bajarê Hewlêrê li gel serokê hikûmeta herêmê û cigirê serokê hikûmeta herêmê Qubad Telebanî, berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî, wezîrê perwerdê Piştîwan Sadiq, wezîrê dîyanetê (bi wekalet) Aşitî Hewramî, Wezîrê Jêderên Xwezayî û Ceyranê (bi wekalet) Dîndar Zêbarî, Serokê lîcneya nirxandin û bersivdayîna raporên navdewletî Kerîm Sincarî, Wezîrê Karên Navxweyî û Wezîrê Pêşmerge (bi wekalet) Fuad Hisên, berdevkê Serokê Herêma Kurdistanê Rêkewt Heme Reşîd û Wezîrê Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê civiya.
TU WEZÎRÊN YEKGIRTUY ÎSLAM Û KOMELE ÎSLAMÎ BEŞDAR NEBÛN
Di civînê de endamê heyeta Tirkiyê Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê enerjî û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak, Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Bulent Tufenkçî, Wezîrê Perwerdeyê Îsmet Yilmaz, Wezîrê Bergiriyê Fîkrî Işik, Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag, Cîgirê Serokê AK Partiyê û Parlamenterê Stenbolê Mehdî Eker, Cîgirê Serokê Grûba AK Partiyê û Parlamenterê Çanakkaleyê Bulent Tûran, Parlamenterê AKP’ê yê Amedê Galîp Ensarîoglu, Parlamenterê AKP’ê yê Mêrdînê Orhan Mîroglu, Balyozê Tirkiyê li Bexdayê Farûk Kaymakçî" amade bûn.
DAXUYANIYA HEVPAR DAN
Piştî civîna di navbera Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî û şandeya Tirkiyê ya dibin serokatiya Serokwezîrê Tirk Binalî Yildirim de daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê. Yildirim destkeftiyên Kurdan li çarbeşan hedef da nîşandan û Barzanî jî spasiya xwe ji bo piştgiriyên dewleta Tirk ji bo Herêma Kurdistanê anî ziman.
BARZANÎ SPASIYA XWE JI PIŞTGIRIYA DEWLETA TIRK RE KIR
Barzanî diyar kir ku ew vê serdanê gelek girîng dibînin û wiha got: "Ev nîşaneya piştgiriya dewleta Tirk û gelê wî yê ji bo Herêma Kurdistanê ye. Em ji ber vê piştgiriyên dewleta Tirk û gelê wî ji bo me kiriye spas dikin. Hêvîdarin ku Tirkiye di têkoşîna dijî terorê de bibandor bibe.”
YILDIRIM: HEBÛNA PKK'Ê LI ŞENGALÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN
Yildirim jî PKK hedef nîşan da û wiha got: “Hem di nava welat de hem jî li vê herêmê têkoşîna me li dijî rêxistina terorê PKK’ê didome. Êrişên PKK’ê yên ji Iraqê ve li ser welatê me dike nayê qebûl kirin. Di vê mijarê de çi pêwîstbe heta dawiyê dê were kirin. Belavbûna PKK’ê ya Şengalê qet nayê qebûlkirin. Ev meseleyeke ewlekariyê ye. Ne tenê meseleya Tirkiyê meseleya we ye jî. Li vir pêwîstî bi xebateke hevbeş heye. Em nikarin çavê xwe ji xebatên PYD’ê re bigirin. Pêşmerge û Erebên li Suriyê ji welatên wan kirin, adeta bûn tevgereke dagirkirinê.”
Yildirim destkeftiyên gelê Kurd hedef nîşan da û got: “Ew çiqas navê xwe biguherin jî hemû wekhevin, nikarin bi nav guhertinan me bixapînin. PKK, PYD, PYD û YPG tev wek hevin."
'DI QADA ABORÎ DE LI HEVKIRIN ÇÊBÛN'
Balkêşe ku hemû daxuyanî li ser destkeftiyên gelê Kurd li Başûr, Rojava û Şengalê bû. Serokwezîrê Tirk li kêlek serokê PDK’ê Mesud Barzanî ji PKK, PYD û YPG’ê re got, di dîtina me de hemû wekhevin û dagirkerin. Her wiha bi taybet ji bo PKK’ê jî ser hev gotina terorîst bikaranî. Lê, ti nerazîbûn anjî îtîrazeke Barzanî ji van daxuyaniyên Yildirim re çênebû.