Li Şamê teqîn


NAVENDA NÛÇEYAN
- Li Şamê wesayîtekî bombebarkirî teqiya. Hat diyarkirin ku di teqînê de 5 kes hatin kuştin û 15 kes birîndar bûne.

Li gorî nûçeya ajansa SANA ya Rejîma Sûriyê hat diyarkirin ku li Beyet Cinê ya bejahiya rojavayê Şamê teqîn pêk hat. Hat diyarkirin ku di teqînê de 5 kes hatin kuştin û 15 kes birîndar bûn. Tê diyarkirin ku dibe hêjmara kuştiyan zêde bibe. Çavdêriya Mafê Mirova ya Sûriyê jî diyar kirin ku teqîn nêzî noqteyek rejîmê çêbûye û di encama teqînê de 4 kes hatin kuştin. Derbarê nasnameya kuştiyan heta niha zela nebûye ku kuştî ji sivîlan in yan jî hêzên rejîma Baas in.