Di êrîşa li Îsraîlê de 4 leşker hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li kolana Kudusê ya herî qelebaqix bi kamyonê êrîş pêk hat. Di êrîşê de 15 kes birîndar bûn û 4 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.

Li gorî nuçeyên navneteweyi ku polîs çavkanî nîşan da hat diyarkirin ku ajokarekî TIR'ê li dijî leşkerên Îsraîlê êrîş pêk anîye. Hat diyarkirin ku ajokarê TIR'ê ajotiye nava leşkeran û di êrîşê de 4 leşkerên îsraîlê jiyana xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar bûne. Radyoya Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku di êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat zanîn ku ambulansên serwîza lezgîn ên Îsraîlê cûne cihê bûyerê.

Hat zanîn ku êrîş li navendek bajar a navdar pêk hatiye û hemû rê li trafîkê hatine girtin.