ÎZMÎR - Parêzer Yunus Emre Guneş da zanîn ku li Girtîgeha Odemîşê malbatên ku diçin ser dana xizmên xwe rastî lêgerîna tazî tên û wiha got: “Pêkanînên ku digihijin tacîzê li malbatan tên kirin. Cilên binî yên malabatan bi awayekî tehrîk tên lêgerînkirin. Malbatên ku vê pêkanînê napejirînin jî rastî qedexeya hevdîtinê tên.”
Piştî OHAL hat îlankirin zextên li girtîgehan gihiştin asta herî jor, pêkanînên keyfî û binpêkirinên mafan her roja ku diçe zêdetir dibin. Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) parêzer Yunus Emre Guneş ku di 4’ê Çileyê de li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê, 5’ê Çileyê Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 4 a Şakranê ziyaret kir û bi girtiyan re hevdîtin pêk anîn û Hevserokê Kolemeya Reda Wijdanî Gokhan Sosyal binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan vegotin.
LÊGERÎNA TAZÎ LI MALBATAN FERZ DIKIN
Parêzer Yunus Emre Guneş, diyar kir ku malabatên ku li Girtîgeha Odemîşê xizmên xwe ziyaret dikin hem di hevdîtina vekirî hem jî ya girtî de rastî lêgerîna tazî tên û wiha got: “Malbatên ku vê pêkanînê napejirînin jî rastî qedexeya hevdîtinê tên. Cilên binî yên malabatan bi awayekî tehrîk tên lêgerînkirin. Pêkanînên ku digihijin tacîzê li malbatan tên kirin. Ji bo malbatên tên ziyaretan bêzar bikin û biçewisînin îdareya girtîgehê polîtîkayên wiha didin meşandin. Ev pêkanîn li dijî rûmeta mirovanin.”
GIRTIYÊN NEXWEŞ RASTÎ PÊKANÎNA CUT KELEPÇEYAN TÊN
Guneş, bi lêv kir ku li girtîgehê nexweşiya kronîk a gelek kesan heye û wiha pêde çû: “Di birin û anîna nexweşxaneyê de pêkanîna cut kelepçe li girtiyan tê ferzkirin. Girtî jî vê pêkanînê qebûl nakin. Ligel ku girtiyên nexweş ên rewşa wan cidî hene îdareya girtîgehê dest ji van helwestên xwe bernade. Girtiyan gotine ku heta pêkanîna cut kelepçe rane be ew ê neçin nexweşxaneyê û dê vê protesto bikin. Kawişên ku girtiyên PKK’î lê dimînin ji aliyê polîsên TEM’ê, jendirme û memûrên girtîgehê ve lêgerîn hatine kirin. Girtiyan ji me re gotin ku polîsên TEM’ê gotinên tehrîk kirinê li dijî wan bikaranîne, helwestek provokatîf dane meşandin lê ew ne hatine vê provokasyonê. Ev pêkanîn li dijî mafê mirovan û dij hiqûqî ne û ji bo binpêkirinên mafan derdixîne holê. Binpêkirinên mafan ên bi OHAL’ê zêde bûne divê bi dawî bibin. Em ê şopdarê van binpêkirinên li girtîgehan bin.”
GIRTIYÊ ANARŞÎST EV 28 ROJIN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE
Gokhan Sosyal ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 4 a Şakranê bi girtiyê anarşîst Umut Firat Suvarîogullari re hevdîtin pêk anî jî wiha axivî: “Suvarîoğullari ji 12’ê Kanûna 2016’an ve were di greva birçîbûnê de ye. Rewşa tendirûstiya Suvarîogullari ber bi xirabûnê ve diçe û ji girtiyên din cûda tê girtin. Dixwaze biçe gel girtiyên anarşîst Şevket Aslan. Li Şakranê di kawişên 14 kesî de 20 kes dimînin. Girtiyê din ê anarşîst Şevket Aslan jî ji ber bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê daye ji aliyê gardiyanan ve hatiye derpkirin. Mûwekîlê min Şevket ligel ku ev meheke gilî kiriye jî hêjî bersivek jêre ne hatiye dayîn.”