Ewil sotin piştre firotin

COLEMÊRG - Li Colemêrg û navçeyên wê gelek daristanên di operasyonên leşkerî de hatin sotin niha jî di hedefa bazirganan de ye. Gelek darên gûzan û darên cur bi cur ji aliyê bazirganan ve tên birîn û firotin.

Li navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê daristanên herêmê îsal ji aliyê leşkeran ve di operasyonên leşkerî de hatibûn sotin û talankirin. Daristanên ku leşkeran di operasyonan de sotin û wêran kirin, niha jî bazirgan diçe darê wan dibirin û talan dikin. Talana daristanan bi taybetî li herêmên Doskî û Oremara Geverê, xetên sînor yên wek nêzîkê qereqolên Çelê û derdora Şemzînanê zêdetir bûne. Bazirganên daristanan, bi taybetî darên gûzan ên bi salan e li ser piyan in, dibirîn û difiroşin kesên niştecîhî û biyanî.

Cihê cerdevanan birîna dara zêdetir e

Zêdetir birîna daran jî li herêmên cerdevan hene zêdetir bûne. Bi taybetî li derdora bajaroka Xirvatê ya Geverê û Rûbaroka Şemzînanê dar tên birîn û bazirganiya wê tê kirin. Heya niha sedan darên ku ji aliyê bazirganan hatine birîn û bazirgan darên dibirin ewilî li ser wesayîtan tînin navendê bajêr û piştre ji kesên wek Qeyserî, Enqere, Bedlîsê tên re tên firotin. Darên şil ên aliyê bazirganan ve tên birîn jî zêdehî bi hinceta şewata zivistanê ve tên birîn û tona wan bi buhayê 300-400 TL’yî tên firotin.

Talan li ber çavên rayedaran pêk tê!

Ji ber birîna daran gelek qadên navenda navçeya Şemzînanê rût maye. Talana daristanên ku nêzîkê qereqolên leşkerî pêk tên li ber çavên leşker û rayedarên Midûriyeta Karên Av û Daristanan a Colemêrgê diqewime. Rayedarên ku bi tabelayên li ser “Xwezaya xwe biparêzin, daristanên xwe biparêzin” balê dikişînin giringiya xwezayê di heman demê de ji bo birîna daran kareke fermî nakin.