Akademîsyenê hat îxraçkirin: Teqez em ê bi aştiyê ve vegerin

ÎZMÎR - Hîndekara Zanîngeha Egeyê Alk Doç. Dr. Lulufer Korukmez ku hat îxrackirin diyar kir ku ew ê teqez paşve vegerin û vê carê dê aştiyê bi xwe re bînin û vegerin.

Bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya dawî de, 42 endamên "Akademîsyenên Ji bo Aştiyê (BAK) yên deklerasyon îmze kirin, ji peyvirê hatin îxrackirin. Di navde Zanista Beşa Civaknasiyê Hîndekara Zanîngeha Egeyê Alk Doçent Doktor Lulufer Korukmez, diyar kir ku tişta bê axaftin ne îxrackirina Akademîsyenên Ji bo Aştiyê ye û wiha got: "Meseleya Esasî ku em li ser bi axivin pirsgirêka ku bûye sedema Akademîsyenên Ji bo Aştiyê derkeve holê ye.

JI BO ME AŞTÎ XWEST EM HATIN ÎXRACKIRIN


Korukmez, destnîşan kir ku ne tenê ji ber aştî xwestin, ji ber ku îhlala mafên mirovan a li pişt berê lêkolîn kirine û ronî dikin hatine îxrackirin. Korukmez, bilêv kir ku li Tirkiye rejîma dîktayê serdest e û wiha got: "Roj bi roj tundî zêde dibe. Êdî tundî bê hesab e. Îktîdar hewl dide li ser hemû qadan tundiya xwe nîşan bide. Navê vê yekê rejîma dîkta ye. Polîtîkayên zext û tundiyê beriya OHAL'ê jî hebûn. Divê em tenê van zext û tundiyan bi OHAL'ê sînor nekin. Lê bi îlana OHAL'ê re ev zext zêdetir bûn.
Berê dît ku em dê bên îxrackirin. Ji ber vê yekê me Akademiya Piştevaniyê ya Îzmirê ava kir. Li gelek bajarên Tirkiye ev akademî hatin avakirin. Dibe ku îxrac ji bo me baştir bû. Tiştê ku heta niha me nivîsand êdî em dê li qada pratîk têxin meriyetê."

DÊ TEQEZ AŞTÎ BÊ


Korukmez, destnîşan kir ku dawiya dawî dê aştî were û aştî bi ser bikeve û wiha axivî: "Em dê rojekê teqez dîsa paşve vegerin. Em dê bi aştiyê û bi rojên xweştir vegerin. Lê em hêvî dikin ku aştî beriya me vegere. Ji bo vî welatî berî her tiştî pir bi qîmet û jiyanî ye."


'MIN EDALET AŞTÎ Û AZADÎ FÊRÎ XWENDEKARÊN XWE KIR'


Korukmez, da zanîn ku wê li zanîngehê ji ber van pirsgirêkan edalet, aştî û azadî fêrî xwendekarên xwe kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Divê di bingeha her tiştî de aştî û wîcdan hebe. Min ji xwendekarên xwe xwest ku her dem bi adîl tev bigerin. Divê em edalet û aştiya herî baş ava bikin. Heta ku em bi şopa aştiyê nekevin û jibo aştiyê tênekoşin edalet û aramî pêş nakeve. Ji bo mirov qasidê aştiyê be erk û raye ne girîng e. Tişta herî girîng divê her mirov ji bo aştiyê bixebite û têbikoşe.