AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê 11 zarokên Sûrê yên 3 ji wan girtî de doz vekir. Dozgeriyê perçeyên şerepnalê ku ji bedena zarokê 16 salî F.Y. derket delîl nîşan da û ji 11 zarokan 110 sal ceza xwest.
Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê 11 zarokên ku 104 rojan ji ber şer di Sûrê de asê man doz vekir. Dozgeriyê îdîanameya der barê 3 jê girtî 11 zarokên ku di 3'ê Adara 2016'an de ji Sûrê derketin, temam kir û pêşkêşî Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê kir. Dozger bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" li 11 zarokan doz vekir û ji her zarokekî 10 salan bi giştî 110 salan cezayê girtîghê ji zarokan dixwaze. Dozgeriyê zarokên ku bi hewldana wekîlên HDP'ê ji Sûrê hatin derxistin wekî ku teslîm bûne nîşan dan û wekî "Zorokên bûn maşikê sûc" pênase kir. Dozger, teşhîsa bi wêne ya li midûriyeta polisan jî wekî "delîl" bikar anî. Dozgeriyê lêgerîna zarokan a ji bo zexîre jî wekî diziyê bi nav kir. Dozger di îdîanameyê de îdîa kir ku zarokan li Surê ji bo endamên YPS’ê firax şuştine, êzîng şikandine û karên li ser piyan kirine. Dozger d berdewama îdîanameyê de angaşt ku hin zarokan çek bikar anîne û li dijî polîsan gule teqandiye û nobet girtine. Dozger, ji bo zarokê 16 salî F.Y. yê bi birîndarî hat girtin û di bedena wî de 5 perçeyê metal (şarapnel) hatin dîtin jî îdîa kir ku "Di lêkolînê de perçeyên teqemeniyên bi hêz ên wekî HMX, RDX û TNT" hatine tespîtkirin"
ZAROKAN SÛC QEBÛL NEKIR
Her çend zarokan sûcê li ser wan hatiye barkirin qebûl nekir jî dozger zarok wekî berxwedêr û çalakvan pênase kir. Dozger der barê zarokan de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" ceza xwest û angaşt ku zarok "Teslîm bûne"
Darizandina zarokan li Dadgeha Cezayên Giran a Zarokan a Amedê dest pê kir. Zarokê bi navê M.Ç., (17) O. S. (17) û F.Y. (16), 10 mehin girtî tên darizandin.