'Divê 10'ê Çile bibe roja têkoşîna rojnamegeran'

AMED - Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan, bi minasebeta 10'ê Çile roja rojnamegerên dixebitin, diyar kir ku rojnameger di bin binpêkirina mafan de 10'e çile pêşwazî dikin û got: "Divê 10'ê çile bibe roja têkoşîna rojnamegeran."

Li Tirkiye rojnameger 10'ê Çile Roja Rojnamegerên Xebatkar di bin zextan de û li girtîgehan pêşwazî dikin. 10'ê Çileya 1961'an wekî Roja Rojnamegerên Xebatkar hat îlankirin. Di 10'ê Çileya 1971'an wekî Roja Rojnamegerên Xebatkar hat pîrozkirin. Îsal Serokomar Recep Tayyip Erdogan got "Ne li Ewropa û ne jî li Tirkiye li tu welatî wekî Tirkiye çapemenî ne azad e." Lê li gel vê gotinê Di sala 2016'an 109 rojnameger hatin girtin û 146 rojnameger di girtîgehê de derbasî sala 2017'an bûn. Li Tirkiye di salek dawî de 358 rojnameger hatin binçakirin û jê 109 rojnameger hatin girtin. Niha li girtîgehan 146 rojnameger girtî ne. 318 weşanên çapememiyê hatin girtin. Basaporta 49 rojnamegeran betal bû. Karta çapemeniyê ya 780 rojnamegeran betal bû. Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an û îlana OHAL'ê zextên li ser çapemeniyê gelek zêde bûn. Ekran hatin reşkirin, rojname hatin girtin û saziyên çapemeniyê hatin mohrkirin.

Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan, bi minasebeta 10'ê Çile roja rojnamegerên dixebitin, diyar kir ku rojnameger di bin binpêkirina mafan de 10'e çile pêşwazî dikin û got: "Divê 10'ê çile bibe roja têkoşîna rojnamegeran." Boltan, anî ziman ku piştî muhtiraya 1971'an carek din mafê rojnamegeran hatiye binpêkirin û wiha got: "Li Tirkiye zextên li diji rojnamegeran bi salan e didome. Çawa ku di dîroka Komarê ya 100 salî de kurd rastî zextan tên, îro jî rojnameger wisa di bin zext û tundiyê de rojnamegeriyê dikin.

DIVÊ 10'Ê ÇILE BIBE ROJA TÊKOŞÎNÊ'

Boltan, destnîşan kir ku rojnamegerên rastiya heyî bi civakê û raya gişti re parve dikin dibin hedef û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Her roj mafê rojnamegeran ji destê wan tê girtin. Divê rojnamegerên mafê wan ê rojnamegeriyê ji destê wan hatiye girtin bibin yek û bi hevre ji bo parastina mafên xwe têbikoşin. Ger ku rojnamegerî bi têkşînekê pêş ketibe bêtir bi wate ye. Ji ber vê eykê divê 10'ê Çile bibe Roja têkoşîna rojnamegeran."