EDENE - Li Edeneyê bi hatina zivistanê û sermaya hewayê re eleweya giha û etaran zêde bû. Gelek welatî li dijî nexweşiyan ji bo dermanên biyolojîk berê xwe didin etaran
Li Edeneyê bi hatina zivistanê û zêdebûna sermayê re eleqeya li hemberî etar û dermanên giha û xwezayê jî zêde bû. Welatiyên serma digirin û nexweşiyên wekî kuxik, zekem û bronşît bi wan re çêdibe li şûna biçin cem dermanfiroşan berê xwe didin etaran û dermanê xwezayî yên giha distînin. Bi taybetî gihayên wekî ixlamur, zencefil, zerdeçal, xawlêcan, darhîro, darçîn û hinar ji bo sermayê zêde tên bijartin. Etar Halil Degişmez, diyar kir ku bi hatina zivistanê û serlayê re welatî li dijî nexweşiyên serma, kuxik û nexweşiyên ser piyan tên dermanê xwezayî ji cem wî distînin û di demên dawî de eleqe zêde bûye. Degîşmez, destnîşan kir ku welatî ji bo nexweşiyan ji dermanên fabrîqê zêdetir tên dermanên xwezayî yên etara distînin û bêtir tê bijartin.