Akademîsyen Dede: Ji bo zarok neyên kuştin hewce be ez ê dîsa îmze bikim

ENQERE - Akademîsyen û Hîndekarê Zanîngeha Munzurê Savaş Dede yê ku bi KHK'ê ji kar hat avêtin, diyar kir ku ji bo zarok neyên kuştin wî deklerasyona aştiyê îmze kir û ji ber vê yekê ne poşman e. Dede, anî ziman ku hewce be dê dîsa îmze bike.

Li Tirkiye akademîsyenên ku li dijî şer deklerasyona "Ez nabim şirîkê vî sûcî" îmze kirin û der barê wan de lêpirsîn û doz hatin vekirin, bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar tên avêtin û dûrxistin. Bi 3'emîn biryarên KHK'ê 649 akademîsyenên din ji kar hatin dûrxistin. Yek ji wan akademîsyenan Hîndekarê Zanîngeha Munzurê lêkolînerê Civakî Savaş Dede yê. Dede bi derxistina Biryarnameya di Hikmê Qanûnê ya dawî de ji karê akademîsyeniyê hat avêtin. Dede, têkildarî biryarê û polîtîkayên hikûmetê ji dîhaberê re axivî.

‘EZ TENÊ XEMGÎNÊ KUŞTINA ZAROKAN IM’

Dede da zanîn ku ew 3 sal in li Zanîngeha Munzurê karê akademîsyeniyê dike û wiha axivî: “Min 3 salan li Zanîngeha Munzurê karê lêkolînkirina civaknasiyê dikir. Lê piştî derxistina Biryarnameya di Hikmê Qanûnê ya dawî de ez ji karê xwe hatim avêtin. Lê ez ne xemgîn im ku ez ji karê xwe hatim avêtin. Ji destpêkê heta niha her tim min gotiye şûna ku em xemginiya avêtina kar bin, divê em xemgînê wan zarokên ku di encama şer de jiyana xwe ji dest dan bin. Ez careke din dubare dikim ez tenê xemgînê wan zarokên ku di encama şerê taybet de jiyana xwe ji dest dan im.”

‘JI BONA KU ZAROK NEYÊN KUŞTIN MIN ÎMZE AVÊT’

Dede anî ziman ku li vî welatî gotina wekî divê zarok neyên kuştin rîsk e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em hemû baş dizanin ku gelek gotin li vî welatî rîsk in. Dema şerê taybet ê ku li Bakurê Kurdistanê hat destpêkirin kampanyayek hat despêkirin. Min jî ji bona ku êdî zarok neyên kuştin îmze avêt vê kampanyayê. Ez ne poşmanim ku min ev kampanya îmze kir. Niha çê bibe ez ê careke din jî îmze bikim. Ev mafê mirovahiyê ye û divê her kes vî mafê mirovahiyê bîne cîh.”

‘HEMÛ KESÊ ŞER WEKÎ FÎLM TEMAŞE KIR’

Dede da xuyakirin ku hemû kesê sala par ev şer wekî filîm temaşe dikir û axaftina xwe wiha domand: “Di vê pêvajoya şer de kampanyayek bi qîmet hat destpêkirin. Ji bo me jî mafê muxalefetê derket holê. Lê tu kesê destek neda vê kampanyayê û akademîsyen tenê hatin hiştin. Ji ber vê yekê jî her roj bi dehan akademîsyen hatin binçavkirin û girtin. du cureyên vê kampanyayê hebûn. Ya yekemîn mafê mirovahî, ya duyemîn jî mafê kurdîniyê bû. Lê belê hemû kes berjewendiyên xwe fikirî û hêza me ya muxalefetê qels ma. Ji ber vê yekê hemû kesê ev pêvajoya şer wekî fîlm temaşekir.”

‘MUXALEFETA KAMPANYAYÊ QELS MA’

Dede destnîşan kir ku ji ber ku her kes karê xwe fikirî û pêvajo qels ma hikûmetê ev yek ji bo xwe derfet dît û her roj êrîşên xwe zêde kirin û wiha pêde çû: “Dema ku kampanya hat destpêkirin muxalefet qels ma û bertek zêde nebûn, hikûmetê ev yek ji bo xwe wekî derfet dît û her roj êrîşên xwe li dijî akademîsyenan zêde kirin û her roj bi dehan kes binçavkirin, girtin û ji kar durxistin. Ger dema ku akademîsyen ji karê wan dihatin avêtin bertek zêde biban dê ev kar avêtin rawestiya ban û tu kes ji kar nedihat avêtin.”

‘JI BER KU EZ KURD IM EZ JI KAR HATIM AVÊTIN’

Dede bi lêv kir ku di kuştina kesan de dewlet bi her awayî berpirsyar e û wiha got: “Dewlet bi her awayî berpirsyarê kuştina kesan e. Ger muxalefeta akademîsyena jî bi perçe perçe neba dê muxalefetekî xurt derketiba holê. Ji ber ku ez kurd im sedema kar avêtina min kurdbûyîna min e. Li vî welatî dema ku tu kurd bi bi her awayî tu hedef î. dema lêpirsîna min de cudahiyên mezin derketin holê. Nêrîna dewletê ya li dijî gelê kurd cuda ye. Ji ber ku ez jî kurd im dewlet cuda li min fikirî û ez ji kar avêtim.”

‘EZ NE XEMGÎNIM KU EZ JI KAR HATIM AVÊTIN’

Dede herî dawî ev tişt gotin: “Fikarên kesan ên bingehîn jiyana azad e. Niha tu kes nikare li vî welatî bi awayekî azad jiyana xwe berdewam bike. Di vê pêvajoyê de fikirîna ji kar avêtinê ne exlaqî ye. Divê ji niha şûn ve em bifikirin ku em ê çi bikin. Ez dîsa dubare dikim ez ne xemgînim ku ji kar hatim avêtin, ez pir xemgînim k udi vê pêvajoyê de gelek kesên bê sûc jiyana xwe ji dest dan. Her kes dizane ku mafê jiyanê mafekî mirovahî ye û divê tu kes mafê jiyana mirovan asteng neke.”

Ferît Dere - dîhaber