NAVENDA NÛÇEYAN - Bi beşdariya 67 aktîvistên saziyên cuda yên ji neçarî ji Tirkiye derketin û hatin Ewropayê, li dijî şer û dîktatoriyê Forûma Ewropayê ya ji bo Aştiyê ava kirin.
Li dijî şer û dîktatoriyê Forûma Ewropayê ya ji bo Aştiyê piştî civînên li Weqfa Roza Luksembûrg a li Berlînê hat îlankirin. Di deklarasyona ragihandina forûmê de bang li her kesî hat kirin, ku li dijî şer û dîktatoriyê têbikoşin. Deklarasyon bi gotina "Em, ên li dijî dîktatoriya faşîst ku gelên Tirkiyeyê xistiye nava şerê bi xwîn û azadî dîlgirtiye" destpê dike û bi 5 zimanan hate weşandin. Di koordînasyona forûmê de Ahmet Nesîn, Çetîn Gurer, Defne Asal, Demîr Kuçukaydin, Engîn Sûstam, Fîlîz Koçalî, Fûat Ateş, Hatîp Dîcle, Mehmet Farûk Ozturk, Mehmet Raûf Kesîcî, Mûstafa Sarisuluk, Nîl Mûtlûer, Pinar Şenogûz, Ragip Zarakolû, Rotînda Polat, Sakîne Esen, Selîm Eskîîzmîrlîler cih digirin.
NEŞXERÊYA FORUMÊ DÊ DI ROJÊN PÊŞ DE AŞKERE BIBE
Di deklarasyonê de hat diyarkirin ku ew akademîsyen, rojnamevan, nivîskar, radyokar û televîzyonkarên ji bo rastiyê têdikoşin e û hat gotin, "Em siyasetmedarên li pey wekhevî û biratiya gelan e. Hiqûqtnaên ji bo edaletê têdikoşin e. Hunermendên ji bo ruhên azad in. Sendîkavan in ji bo ked û gulê têdikoşin. Jinên serî li ber tecawiz û şîdetê natewînin. Kesên LGBTîQ ên ji bo wekhevî û azadiyê ne. Em Kurd in, Tirk in, Elewî ne, Yahûdî ne, Ermenî ne, Çerkes in, Rûm in, Romen in, Suryanî ne, Êzidî ne, Xiistiyan in. Mirovên ku ji ber daxwaza xwe ya jiyaneke azad û adîl ji cih û warên xwe bûne. Mirovên ku ji ber daxwaza xwe ya aştî û azadiyê li welatê xwe bêkar mane, mafê jiyanê, xebatê, ramanê û rêxistinbûnê ji dest hatine girtin e. Mirovên ku gef li wan tên xwarin, lînç û îşkence li wan tê kirin û hewl tê dayîn bên girtin e."
Di deklarasyonê de hat destnîşankirin, ku li dijî her şêwe dîktatorî, siyaseta şer a bi xwîn, nîjadperestî, zayendîperestî, bêhiqûqî, binpêkirina mafên mirovna, zext, zilm, bêedaletî û lîncê bêdeng nebûn, wê bêdeng nemînin.
Di dawiya deklarasyonê de bang li her kesên daxwaza jiyaneke azad, aştiyane û demokratîk li ser axa xwe dikin hat kirin ku têkoşîneke hevpar bimeşînin.