'Gelo Rakirina peykerê Roboskê parastina komkujiya Roboskê ye?'

AMED - Peykertiraşê Peykerê Roboskê Suat Yakut, rakirina peykerê Roboskê rexne kir û anî ziman ku yên peyker rakirin ji hawar û qerîna dayikên Roboskê aciz bûne wiha pirsî: "Gelo rakirina peyker xwedîderketina komkujiyê ye?"

Polîsan, Abîdiya Roboskê ya ku ji bo bîranîna 34 kesên ku di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskê ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên artêşa tirk ve hatin qetilkirin li Parka Roboskê ya li navçeya Peyasê hatibû danîn hat rakirin. Abîdeya ku ji aliyê peykersaz Suat Yakut ve hatibû çêkirin ji 8 maketên fuzeyan, peykera jina ku destên xwe vekiriye hatibû çêkirin û li dilorîne û navên 34 kesan hatibû nivîsandin. Polîsan di sibeha 8'ê Çile de hatin parkê û abîde bi makîneyên kar peyker parçe kirin. Polîsan maketa fuzeyan û peykerê dayikê ji cih rakirin û mermerên ku navên 34 sivîlan hebû jî parçe kirin. Makîneyên kar ên ku anîn parkê jî zirar dan dar û kulîlkên li hundirê parkê bi vî rengî ketin hundir. Peyker û abide di 30'ê Kanûna 2013’an de ji aliyê peykertiraj Suat Yakut ve ji bo bîranîna Roboskê hatibû avakirin.

'EV BÊZARÎ JI BO ÇIYE?

Peykertiraşê Peykerê Roboskê Suat Yakut, bertek nîşanî rakirina peyker da û wiha got: "Ev jî komkujî ye. Lê cudahiya vê komkujiyê ji ya din de piranî zarok bûn. Di vê abîdeyê de dayika ku zarokên wê hatin şewitandin û kuştin destê xwe dirêjî ezman kiriye. Min xwest vê komkujiyê di aliyê dîtbarî de mayinde bikim. Vê yekê çima ew aciz kirin. Hin kesên ji vê vîrdariyê aciz bûn hene. Xuya ye ku yên ji vê bîrdariyê aciz bûne ew dan rakirin. Bi vê yekê armanc û peyamek heye. Dema di vekirina peyker de dayikek ku zarokê wê hatibû qetilkirin ji min re got "Zarokên me bi vê yekê nemir bûn. Xuya ye ku hin kes ji vê yekê aciz bûn. Êdî peyv û gotin bê wate ye. Geşedan û komkujiya Roboskê rastiyek e. Bi rakirina vê birdariyê rastî nayê guhertin. Rakirin û berçekirina vê bîrdariyê rastiyê venaşêre. Êdî ev rastî di meşiyê her kesî de bûye mîx.

‘MIN XWEST QERÎNA DAYIKÊ BILIND BIKIM'

Yakut, destnîşan kir ku wî xwest bi vê abîdeyê û peykerê dayikê qerîn, hawar û duayên dayikê bêtir bilind bike û bide xuyakirin û wiha got: "Di vê bûyerê de bêtir zarok hatin kuştin. Bi piranî zarok bûn. Hesreta hezkirina dayikên xwe bûn hatin kuştin. Bi fuzeyên li derdora peyker hatine çikilandin min west balê bikşînim ser bêedaletî û neheqiyê. Li wir balafiran bombe kir. Ne pêkan bû xwe bi parastina. Dema wan a xwe bînin ziman çênebû. Nekarîbû bêjin "Em sivîl in", "Em welatî ne" Min xwest balê bikşînim ser bandora hêzê ya li ser hevsengiyê."

'MIRINÊ DIKIN JI RÊZÊ'

Yakut, bilêv kir ku ew hunermend e û bu hinera xwe xwe tîne ziman û wiha got: "Ez nikarim li hemberî van geşedanên li ser vê axê pêk tên bêdeng bimînim. Ji bo min tişta herî girîng jiyana mirovan e. Mafê her kesî yê jiyanê heye. Ez nikarim li hemberî kuştina mirovan bêdeng bimînim. Lê niha dixwazin mirov li hemberî mirinê bêdeng bibin û mirinê dikin tiştekî ji rêzê."

Yakut, herî dawî destnîşan kir ku bi şikandin û xerakirina bîrdariyê dixwazin komkujiyê ji nûve zindî bikin û wiha got: "Ew çi bikin bila bikin rastî winda nabe. Komkujiya li Roboskê nayê tunekirin. Ser wê nayê girtin. Ewil gotin 'FETO ev komkujî pêk anîye' Em niha dipirsin xerakirina abîde û peykeran jî FETO kiriye? Çi hat guertin. Kî ji vê yekê bêzar dibe. Ev qebûlkirin û xwedîderketina komkujiyê ye gelo? Dixwaze bi vê yekê bêjin 'Raste ez hêz im. Ez otorite me. Ez çi bixwazim dikarim bikim'

Bi tundî û zextan pirsgirêk çareser nabe. Çareseri qebûlkirin û rû bi rûbûna komkujiya Roboskiê ye."


Lezgin Akdeniz / Semra Turan - dihaber