Encu: Ma FETO bîrdarî xera kir?

AMED - Serokê Komeleya Roboskê (Roboski-Der) a hat girtin Veli Encu, bertek nîşanî xerakirin û rakirina Abîdeya Roboskê ya li Peyasê da û wiha got: "Hikûmetê îdîa kir ku pîlotên FETO'yî ev komkujî pêk anîye. Em dipirsin ma FETO'yiyan ev bîrdarî jî xera kir û rakirin?"

Polîsan, Abîdiya Roboskê ya ku ji bo bîranîna 34 kesên ku di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskê ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên artêşa tirk ve hatin qetilkirin li Parka Roboskê ya li navçeya Peyasê hatibû danîn hat rakirin. Abîdeya ku ji aliyê peykersaz Suat Yakut ve hatibû çêkirin ji 8 maketên fuzeyan, peykera jina ku destên xwe vekiriye hatibû çêkirin û li dilorîne û navên 34 kesan hatibû nivîsandin. Polîsan di sibeha 8'ê Çile de hatin parkê û abîde bi makîneyên kar peyker parçe kirin. Polîsan maketa fuzeyan û peykerê dayikê ji cih rakirin û mermerên ku navên 34 sivîlan hebû jî parçe kirin. Makîneyên kar ên ku anîn parkê jî zirar dan dar û kulîlkên li hundirê parkê bi vî rengî ketin hundir. Peyker û abide di 30'ê Kanûna 2013’an de ji aliyê peykertiraj Suat Yakut ve ji bo bîranîna Roboskê hatibû avakirin.

Gelê kurd ji ber vê qetlîamê aciz bûn û rabûn ser piyan. Nerazîbûna xwe nîşan dan û ji dewletê xwestin ku berpirsê vê qetlîamê werin dîtin û darizandin. Di ser bûyerê re 5 sal derbas bûn lê heta niha di derbarê bûyerê de tu muamele nehatine kirin. Ji bo komkujî bê ronîkirin Komeleya Roboskê (Roboskî-Der) hat avakirin. Gelek çalakî hatin li darxistin. Malbatan her hefte çalakî pêk anîn. 262 hefte ne ji bo Roboskê Edalet çalakiyan pêk tînin û li edaletê digerin. Lê li şûna hesap bê pirsîn û komkujî bê ronîkirin, kesên ji bo komkujiya Roboskê dengê xwe bilind kirin hatin binçavkirin, girtin û rastî lêpirsînê hatin. Herî dawî jî bîrdariya Roboskê hat şikandin û rakirin.

DOZ BIRIN DMME'Ê

Parêzerên malbatan ji bo komkujî ronî bibe serî li rêyên hiqûqî dan. Parêzer di milê hiqûqê de bi şopa dozê ketin. Têkildarî bûyerê Dozgerê Komarê yê Qilebanê biryara bêerkiyê da û dozşa sewqî Dozgeriya Komarêya Amedê kir. Dozgeriya Komarê ya Amedê jî biryara bêşopandinê da û dosya şand Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariyê. Dozgeriya Leşkerî jî biryara bêşopandinê da. Parezeran herî dowî dozya bir Dadgeha Qanûna Esasî û Dadgeha Qanûna Esasî jî biryara redê da. Malbatên Roboskê, piştî li Tirkiyeyê deriyê lêgerîna edaletê li ser wan hat girtin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dan. Malbatên Roboskê 5 salan li Tirkiyeyê destê xwe li hemû deriyên edaletê dan lê tu encam bidest nexistin û li ser vê yekê ji bo darizandina kujerên leşkerî û siyasî serî li DMME'ê dan.

Dosyaya komkujiya Roboskiyê gihişte DMME'yê Lê îtîrazên malbatan ên li hemberî vê biryarê nehatin qebûlkirin. Di ser vê bûyerê re 5 sal derbas bûn, lê hê jî di derheqê bûyerê de ti biryarek nehatiye sitandin û kesên ku bûne sedema vê komkojiyê jî nehatin eşkerekirin

Piştî 5 sal derbas bûn, li şûna bûyer bê ronîkirin Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê yê mexdûrê Roboskê Ferhat Encu jî hat girtin û niha girtî ye. Komeleya Roboskî-Der ku 2 sal berê ji bo edaletê hat avakirin bi biryarên KHK'ê di 21'ê Kanûna 2016'an de hat girtin û mohrkirin.

'EM ROBOSKÎ NADIN JI BÎR KIRIN'

Serokê Komeleya Roboskê (Roboski-Der) a hat girtin Veli Encu, bertek nîşanî xerakirin û rakirina Abîdeya Roboskê ya li Peyasê da û wiha got: "Hikûmetê îdîa kir ku pîlotên FETO'yî ev komkujî pêk anîye. Em dipirsin ma FETO'yiyan ev bîrdarî jî xera kir û rakirin?"

Encu, anî ziman ku ew beyker û abîde rakirin jî nikarin gotina "Qatil" ji ser xwe rakin û ev encama derûniya sûcdariyê ye. Encu, da zanîn ku ew Robokî nadin ji bîr kirin û li dijî hemû zext û tundiyan dê têkoşîna edaletê û hiqûqê bidomînin. Encu, anî ziman ku Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Berat Albayrak got 'Divê têkiliya leşkerên FETO yî ya bi Roboskê re bê lêkolînkirin' û dixwaze komkujiya Roboskê têxe situyê FETO û wiha got: "Ger ku Komkujî leşkerên FETO pêk anîbe ma Peyker jî endamên FETO şikandin û rakirin. Armanca vê yekê dixwazin Roboskî ji rojeva xwe derxin û bidin ji bîrkirin. Lê em Roboskî nadin ji bîrkirin. "

Ozgur Paksoy - dihaber