Mamoste û xwendekar hatin binçavkirin

MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê 15 mamoste hatin binçavkirin. Li Zanîngeha Îzzet Baysalê jî 12 xwendekar hatin binçavkirin. Li Elbaka Wanê jî rêveberên DBP'ê hatin binçavkirin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdîn 15 mamoste, bi hinceta beşdarî greva karberdanê bûne û parvekirinên medyaya civakî bi îdîaya "propaganda rêxistinê" kirine hatin binçavkirin. 15 mamosteyên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Qoserê.

RÊVEBERÊN DBP'A ELBAKÊ HATIN BINÇAVKIRIN

Polîsan li navçeya Elbakê ya Wanê jî bi ser malan de girtin û Hevserokê DBP'ê Senar Yeşilırmak û rêveberê DBP'ê Faris Koç di serdegirtina malan de binçavkirin. Polîsan Yeşilırmak û Koç birin Midûriyeta Polîsan a Elbakê.

12 XWENDEKARÊN ZANÎNGEHÊ BINÇAVKIRIN

Li Bolu jî polîsan bi ser malên xwendekarên Zanîngeha Abant İzzet Baysalê de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de rêveberên HDP'ê jî di navde 12 xwendekarên zanîngehê binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Boluyê .