Di doza Pirsûsê Cezayê 7 hezar û 500 TL kirin 12 teqsît

RIHA - Di doza Pirsûsê ku 33 ciwan hatin kuştin de biryar hat dayîn. Heyeta dadgehê li Midûrê Polîsan ê Pirsûsê Mehmet Yapalial bi sucdariya "Îhmala ewlehiyê" kiriye 7 hezar û 500 TL cezaye pere birî û ev ceza kirin 12 teqsît.

3'emîn rûniştina doza Midûrê Polîsan ê Pirsûsê Mehmet Yapalial ku berpirsiyarê kuştina 33 ciwanên li ber Midûriyeta Çandê ya Amara ya Pirsûsê hatin kuştin, li Dadgeha Asliye Ceza ya Pirsûsê hat ditin. Di rûniştina dozê de Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Ceren Çoban, Yasin Can, Onur Kartal û bavê Yunus Emre Şen ê di teqînê de jiyana xwe ji dest da, Îhsan Şen û birayê Emrullah Akamur Umran Akamur amade bûn.
Heyetê di rûniştina dozê de biryar da. Ewil wekî şahid îfadeya Umran Akamur hat girtin. Akamur, anî ziman ku li pişt ve bûyerê hêzên tarî hene û xwest bên dîtin û darizandin. Prz. Omer Şerif Yaşar jî anî ziman ku komkujiya Pirsûsê ji aliyê hemû cemaweriya tirkiye ve tê şopandin û xwest biryar li gorî edalet û wicdana civakê bê dayin. Prz. Yaşar, da zanîn ku li gel 18 meh di ser komkujiyê re derdbas bû tenê der barê bersûcekî de dosya û doz hat vekirin û xwest bersûc di hizûra gelê Pirsûsê de bê guhdarkirin. Piştre Onur Kartal, Yasin Can û Ceren Çoban jî wekî şahid îfade dan. Piştî parastin û îfadeyan Heyeta Dadgehê der barê Midûrê Polîsan ê Pirsûsê Mehmet Yapalıal de biryara cezayê 7 hezar û 500 tl pereyan da. Heyetê biryar da ku ceza bike 12 teqsît.