Ji ber xutbeyê ji Parlamenterê HDP'ê Erdogmuş ceza xwest

AMED - Dozgerê Komarê yê Amedê ji parlamenterê HDP'ê Nimetullah Erdogmuş ji ber di "Nimêja Sivîl a Înê" de xutbe daye 5 sal cezayê girtîgehê xwest.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê û Muftupye berê Nimetullah Erdogmuş ku li dijî "Qedexeya derketina kolanan" di 4'ê Adara 2016'an de li Sumer Parka Yenîşehîrê di "Nibêja Sivîl a Înê" de xutbe dabû, li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat darizandin. Dozger bi îdiaya "Propaganda rêxistinê kiriye" heta 5 sal cezayê girtîgehe doz li Erdogmuş vekir. Yekemîn rûniştina dozê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Erdogmuş tev li rûniştinê nebû. Li şûna Erdogmuş, parêzer amade bûn û parastin kirin. Dozger îdîa kir ku Erdogmuş di xutbê de gotinên "Niha çend gav li pêş me li Sûrê mexdûriyet heye. Bazara can heye. Kuştin û mirin heye. Yên Mazlum hene. tahaccur hene. Zilm û xedarî heye. Mirovên me li vir ezabê can dikişînin. Li sûrê bazara can heye em li vir li cihê xwe rûniştine. Em di nava mirinê de cudahiyê nakin. Hin miriyên me hin miriyên wan in. Em di nava miriyan de cudahiyê nakin" aniye ziman. Dozger îdîa kir ku bi van gotinan pesnê PKK'ê daye û operasyona leşker û polîsan a li Sûrê dijrewa nîşan daye. Dozger da zanîn ku komê piştî vê axaftinê 'Amed bi te rumetdar' 'Di ber xwe bide ha Diyarbekir di ber xwe bide" berz kiriye. Dozger îdîa kir ku bi vê yekê "Propaganda rêxistinê kiriye."

Parêzerê Erdogmuş Mehmet Emin Aktar jî parastin kir û xwest ji bo parastinê dem bê dayîn. Heyeta dadgehê li ser vê yekê doz taloq kir.
Ji ber nimêja sivil a înê li Hevserokê Giştî yê HDP'ê HDP Selahattin Demirtaş hjî doz hatibû vekirin.