Yurdatapan ê di 12'ê Îlonê de ji hemwelatîbûnê hat derxistin: Evren jî ev kiribû

STENBOL- Hunermend Şanar Yurdatapan ê ku di 12'ê Îlonê de ji hemwelatîbûnê hat derxistin diyar kir ku "ji hemwelatîbûnê derxistin" ji bo bêdengkirinê rêbazek e û wiha got: "Evren jî ev kiribû, armanc çav tirsandin e."

Hunermend û parazvanê mafê mirovan Şanar Yurdatapan ê di dema darbeya 12'ê Îlono 1980'an de ji hemwelatîbûnê hatibû derxistin banga "vegere welat" a ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) a Hejmar 680 ve ji bo kesên ku li derveyî welat in hatiye derxistin û ger ku venegerin dê ji hemwelatîbûnê bên derxistin nirxand.

Yurdatapan anî ziman ku welat bi Rêveberiya Awarte (OHAL) û KHK ve tê birêvebirin û wiha berdewam kir: "Ev tişta ku AKP di xewna xwe de jî nabî ne bû. Ji ber vê yekê jî heta dawî dixwaze ji vê yekê sûdê werbigire."

Yurdatapan hewldana derxistina hemwelatîbûnê nêzîkatiyekî "hoveberî" nirxand û wiha axivî: "Ji ber ku hatibû serê min ez bi tiştên vî rengî ve mijul bûbûm. Dema ku hûn ji hemwelatîbûnê bên derxistin nikarin bigerin. Li welatekî din peraberbûn, xebat û mafê bicihbûnê wêdetir çareya we nîne. Em jî 10 salan li Almanyayê man. Ji bo vê yekê divê em spasiyên xwe li Kenan Evren bikin. Bi saya wî dikarim biçim her derê. Ev bêguman henek e. Lê di pasaporta min de dema ku hemwelatiyê Almanyayê dinivîsîne ma ez dikarim bibim alman? Ma ev pêkan e? 40 salan li vî welatî jiyame bi çandekî heta niha hatime. Tirkiye ji hedê xwe derketiye Ji dema 12'ê Îlonê xirabtir e."

'EVREN JÎ EVYEK KIRIBÛ'

Yurdatapan anî ziman ku "derxistina hemwelatîbûnê" rêbazekî tirsandin û bêdengkirina mirovan e û wiha got: "Evren jî evyek kiribû. Armanc tirsandin e. Jixwe di riya ke têde ne de nikarin encamê bigirin. Lê Erdogan ewqas guneh kiriye sûc kiriye lê hê jî dibêje ku wî qanûna esasî li gorî min sererast bikin. Heta ku ev qanûna bingehîn hebe daxwaza 400 parlamenteran gotina 'ez li hemberî biryarên dadgehê rêzê nîşan nadim' hedê kesekî nîne. Îxtidar dema ku winda bike çavreşî diçeb Em rojên bi êş dijîn."

Yurdatapan destnîşan kir ku di dema berxwedana Geziyê de li hemberî Serokomar Tayyîp Erdogan bertekekî hevpar heye û wiha axivî: "Ji ber ku mirovên di nêrînên cuda de ne hatin Geziyê û bertekên ku nîşan dan. Sedema bertekê Erdogan bû. Civakê ber bi bendbendîbûnê dibe, di paşerojê de encamên xirab bû. Ji ber vê yekê jî li Tirkiyeyê aliyên pozîtîf jî heye."