Hêzên demokrasiyê: Vê pêşniyara ne rewa vekişînin

ENQERE - Koma ku li ber Meclîsê xwestin hevdîtinên qanûna bingehîn şermazar bikin û rastî êrîşa polîsan hatin li ser Kolana Yukselê hatin ceme hev. Li ser navê girseyê Hevseroka KESK’ê Şaziye Kose axivî û diyar kir ku vê pêşniyara nerewa û spartinê paşde bikişînin.

Yeketiya Hêzê ya ji bo Ked û Demokrasiyê derbarê hevdîtinên qanûna bingehîn xwestin li ber Meclîsê bi çalakiyekê şermezar bikin lê rastî êrîşa polîsan hatin. Li ser vê yekê girser li ser Kolana Yukselê kom bûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinan tevlî daxuyaniyê bûn.

'PÊŞNIYARÊ PAŞDE BIKIŞÎNIN’

Li vir Hevseroka KESK’ê Şaziye Kose, axivî û diyar kir ku bi rejîma OHAL’ê mafê çapemenî, azadî û xwe îfadekirina aliyên muxalefet ên civakê xistine bin zextan û wiha got: “Tu ewlehiya can û malê kesekê ne maye. Di dema ku li derve û hundir şer didome û girtîgeh tejî bûne de şertên çêkirina qanûna bingehîn a li Tirkiyeyê tu çêbûna wê tuneye. Vê pêşniyara nerewa û spartinê paşde bikişînin. Ev dibe sedema ku parlamento mirina xwe bi dengên xwe qebûl dike. Tirkiye nikara pişta xwe bike dîroka xwe ya demokratîk û daneheva xwe. Em wekî hêzên ked û demokrasiyê li dijî faşîzmê, wekî jin, karker û kedkaran em ê têkoşîna wekhevî û demokrasiyê bimeşînin.”