ENQERE - Di doza JÎTEM’ê ya Qoserê de dozger biryar da ku şahidên nepen di dadgehê de bên guhdarkirin.
Doza JÎTEM’ê ya li navçeya Qosera Mêrdînê ku di navbera salên 1992-1996’an de 22 sivîl hatin qetilkirin li 7’emîn rûnişana wê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtîn. Di danişînê de li ser navê parêzerên dozê du parêzerên mûşteker amade bûn. Parêzer ji bo balê bikişînin ser “darazek adilane pêk nayê” tevlî danişîna 24’ê Hezîranê ne bûbûn.
Parêzerên tevlî danişîne nebûn, diyar kirin ku çareserkirinên SEGBÎS’ê şaşin, qeydên deng û dîmenan xwestin. Heyetê daxwaza parêzeran bi biryara navberê redkirin. Di danişîne ku îro hat dîtin de û biryar hat dayîn ku du şahidên nepen ên dozê “Aydos” û yê din di danişînek din de bên guhdarkirin.
Nureddîn Başboga yê ku tevlî danişînê bûyî û dibêje ew hinek bersûcên cerdevan nasdike, daxwaza wî ya tevlîbûna nava dozê hat redkirin.
Heyeta dadgehê, biryar da ku ji bû du şahidên nepen bên guhdarkirin di salonê de şert û merc bên avakirin û doz taloqî 17’ê Sibata 2017’an kir.