Xwendekarên piştgirî dan mamosteyên hatin îxraçkirin: Em ê nebin şirîkê vî sûcî

ÎZMÎR - Xwendekarên Zanîngeha Egeyê yên ku piştgirê dan mamosteyên xwe yên hatine îraçkirin daxuyaniya "Em ê tu caran şirîkbûna vî sûcî qebûl nekin. Ger ku çiya, mirov heta mirin jî westiya niha helbesta herî xweşik aştî ye" dan.

Xwendekarên Zanîngeha Egeyê yên piştî dan mamosteyên xwe yên bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ya dawî ji karên xwe hatin îraçkirin li hundirê kampusê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Polîsan zanîngeh dorpêç kirin û deriyên hindekarên ku hatin îxraçkirin ji alilê polîsan ve bi bariyeran hat girtin.

Xwendekarên ku li korîdora Fakulteya Edebiyatê kom bûn bi çepikan protesto pêk anîn û cihê ku xwendekar lê ne ji aliyê peywirdarên ewlekariyê ve hatin dorpêçkirin. Xwendekaran li hemberî pêkanînê nerazîbûn nîşan dan û demeke kurt rageşî pêk hat. Piştî ku dekanê zanîngehê kete navberê rageşî bi dawî bû û xwestin çalakî bi dawî bibe. Li ser vê xwendekaran çalakiya rûniştinê pêk anîn û belavoka ku amade kirin xwendin.

Di belavokê de hat gotin ku bi KHK'an ve bi lêpirsînên ku tên vekirin, ji kar durxistinan û îraçkirinan vê tê xwestin akadeîsyen bêîtibar bên kirin.

'EM JÎ NABIN ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ'

Di belavoka ku "em kesên ku ji bo daxwaza welatekî azad, adil û aştiyane tevdigerin xwedî li deklerasyona akademîsyenan derdikevin" hat gotin de wiha hat berdewamkirin. "Em careke din dibêjin ku piştgiriyê didin mamosteyên xwe yên ku hatine îraçkirin. Li vî welatê ku mirin ji rêzê tê kirin de mm ê tu caran şirîkbûna vî sûcî qebûl nekin. Ger ku çiya, mirov heta mirin jî westiya niha helbesta herî xweşik aştî ye" dan

Piştî belavok hat xwendin xwendekaran 2 saetan çalakiya rûnştinê pêk anîn û piştîku polîs çûn xwendekaran jî çalakiya xwe bi dawî kirin. Li aliyê din polîsan kilîtên deriyên mamosteyan guhertin. Zanîngehê jî bi daxuyaniyê ragihandin ku ezmûnên mamosteyên hatine îrçakirin taloqî dîrokekî nediyar hatiye kirin.