Li Îzmîrê belavkara Rojnameya Evrenselê hat revandin û hat derpkirin

ÎZMÎR - Li Îzmîrê belavkara Rojnameya Evrenselê Zeynep Tunçel ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hat revandin û hat derpkirin. Tunçel serlêdana sûc kir û Nûnerê Rojnameya Evrenselê ya Îzmîrê Emîne Uyar diyr kir ku revandina Tunçel pêkanînên salên 90’î tîne bîra mirovan.

Li navçeya Bucaya Îzmîrê Yekşema bihûrî belavkara Rojnameya Evrenselê Zeynep Tunçel, ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve bi wesayîtek plaqa wê reş ve hat revandin û hat derpkirin. Bûyer roja Yekşemê sibê saet di 8.30’an de hat jiyîn. Tunçel da zanîn ku hejmarek veşartî lê geriyan jêre gotiye “Pişmamê te qeza kiriye. Divê hûn bên Bayrakliyê” Tunçel ku telefon girt û li wesayîtê siwar bû dema çû Bayrakliyê dema ket kolana li dijî ÎZBAN’ê wesayîtek bi plaqaya reş nêzî wê dibe û 4 kes ji wesayîtê derdikevin û banga “Zeynep” lê dikin.

ÇAVÊN WÊ GIRTIN Û DERP KIRIN

Tunçel, diyar kir ku kesên nasnake bi navê wê bang lê kirine ew şaş maye û wiha got: “Ketin bin milên min û ez li wesayîtê siwar kirim. Ez birim cihekî gimik ê li Bayrakliyê. Dema min got ‘hûn kîne’ bertek jî nîşan nedan. Li ser gimik ez ji wesayîtê anîm xwarê qêriyan û heqaret li min kirin. Bi gotinên ‘tu kesekî çawayî, çiqas bêşermî çawa li dijî dewletê derdikevî, armanca te ya belavkirina rojnameyê çiye’ ezlêpirsîn kirim. Di bersivdayîna min de li min xistin. Piştî saetekê dema min got ‘min berdin divê ez biçim’ gotin ‘tu nikarî biçî cihekê’. Ji berîka min telefon derxistin, ji hevala min a ku em bi hevre saet di 10’an de rojnameyan belav dikirin re peyam şandin. Tiştên ‘ez îro neyêm dibe xwişka min nexweşe’ nivîsîn. Li telefona min nêrin, li peyam, Facebook û wêneyên min nêrîn. Lîsteya lêgerînê sîlkirin gerîna wan hat sîlkirin. Telefon dan min û piştre gef li min xwarin. Gotin ‘Karê me bi te xilas ne bûye, ji hevalên xwe yên din re bêje dê halê xwe bibînin’. Yekê pehînek li lingê min da. Yeke din li rûyê min xist. Ez ji lêva xwe birîndar bûm xwîn ji devê min hat. Pitre gotin ‘evqas bese’ û li wesayîtê siwar bûn. Ez bi zorê ji erdê rabûm dema rabûm ew çûbûn. Wesayîta ez lê siwar kirim rengê wê reş bû, kursiyên wê bi rengê grî û kevin bûn.”

Tunçel ku di heman demê endama Partiya Kedê ye bi rapora derpê ya girtî serî li dozgeriyê da.

‘SALÊN 90’Î TÎNE BÎRA MIROV’
Nûnera Rojnameya Evrenselê ya Îzmîrê Emîne Uyar jî anî ziman ku revandina Tunçel salên 90’î tîne bîra mirov û wiha axivî: “Evrensel ku yek ji rojnameyên ku nûçeyan bêalî radigihîne her tim di hedefa AKP’ê û îktîdarên din de ye. Di 8’ê Çileyê de havalê me Metîn Goktepe bi lêdanê hat qetilkirin. Rojnameya Metîn bi van pêkanînan nikare bê bêdengkirin. Di dewletek hiqûq û demokrat de pêkanînên wiha jiyîn. Divê aliyên peywendîdar tişta pêwîst bikin. Divê raya giştî li dijî van bêkanîn bi hestiya tevbigerin.”