STENBOL - Berfa zêde li Stenbolê dibare jiyan rawestand. Ji ber berfa zêde îro li Stenbolê hemû dibistan hatin girtin. Waliyê Stenbolê Vasip Şahîn daxuyanî da û diyar kir ku sibê (di 10'ê Çile de) jî hemû dibistanên li Stenbolê girtî ne.
Berfa zêde li Stenbolê dibare bandorek mezin li ser jiyanê dike. Ji ber berfa zêde trafîk felç bû û îro hemû dibistan hatin girtin. Waliyê Stenbolê Vasip Şahin daxuyanî da û diyar kir ku roja sêşemê (10'ê Çile) hemû dibistan dê girtibin. Piştî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ku dê sibê jî bê navber berf bibare Walîtiyê daxuyanî da û diyar kir ku sibê dê sibê hemû dibistan girtî bin.