Parlamenterê HDP’î Onder: Bila Dîwana Serokatiya Meclîsê ji bo wekîlên girtî kom bibin

ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sırrı Sureyya Onder, bal kişand ser parlamenterên girtî û xwest Dîwana Serokatiya Meclîsê ji bo parlamenterên girtî bi lezgîn kom bibin û biryarekê derxin.

Di Lijneya Giştî ya Meclîsê de li gel ku parlamenterên AK Partiyê yê nehatin jî pusulaya hatine dan wan. Pişti vê yekê têkildarî usulê niqaş derketin. Ji ber niqaşan rûniştina ewil pêk nehat. Di rûniştina ku saet û nîvekê de di navbera AK Partî û CHP’ê de niqaş derketin 5 deqîqe navber dan. Piştî navberê niqaşa pusulayan dîsa berdewam kir.

ONDER: BILA DÎWANA SEROKATIYÊ JI BO WEKÎLÊN GIRTÎ KOM BIBE

Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder têkildarî pêşniyarnameya CHP’ê ya polîtîkayên derve mafê axaftinê girt û wiha got: "Parlamenterên girtî ji ber girtî ne nikarin fikr û pêşniyarên xwe bikin. Serokatiya Dîwanê berpirsiyare ku hemu endamê meclîsê beşdarî dengdayînê bike. Ji ber vê yekê em dixwazin Dîwana Serokatiya Meclîsê bi lezgîn li hev kom bibe û biryarê derxe.