NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp, têkildarî rakirina Abîdeya Roboskî pirsname da meclîsê û xwest sedem û berpirsiyarê rakirina Bîrdariya Roboskê bê ronîkirin.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yigitalp, têkildarî rakirina Abîdeya Roboskî pirsname da meclîsê. Sîbel Yigitalp, ji bo berpirsiyar bên ronikirn û hesab bê pirsîn ev pirs ji meclîsê pirsîn:
1)- Bîrdariya Roboskî kê rakiriye û çima rakiriye?
2)- Dema Bîrdariya Roboskî rakirin fikra gel stendin?
3)- Dayika ku destê xwe dirêjî ezman dike û dilorîne kî aciz kiriye?
4)- Hikûmetê gotibû “Dê Komkujiya Roboskî di tariyê de nemîne" Lê ligel vê yekê dîsa tehamulî peyker jî nehat kirin çima?
5) - Bîrdarî ji bo komkujî û êş û şermên li dijî civakê neyên ji bîr kirin. Rakirina Bîrdariya Roboskî ji bo ji bîrkirina Roboskê ye?