Li Şemzînanê teqîn: Zarokek jiyana xwe ji dest da

COLEMÊRG - Li gundê Hordin yê Şemzînanê, li cihê ku zarok lê dilîstin cismek teqiya û di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Hordin yê Şemzînana Colemêrgê, li cihê ku zarok lê dilîstin teqînek pêk hat. Di encama teqînê de zaroka bi navê Sidika Toprak (5) jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Toprakê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat dest pêkirin.