NAVENDA NÛÇEYAN - DAIŞ'ê 2 leşkerên TSK'ê yên di tevgera "Mertalên Firatê" de di 29'ê mijdara 2016'an de dîl girtin, kuştin. Cenazeyên leşkeran anîn Dîlokê.
DAIŞ'ê 2 leşkeren TSK'ê yên dîl girtibûn kuşt. DAIŞ'ê di 29'ê mijdarê de leşkerên Tirk Serbaz Muhammet Duran Keskin û Serbaz Kivanç Kaşikçi kuştin. Piştî cenazeyên 2 leşkeran hatin wergirtin ji bo otopsiyê anîn saziya Tipa Edlî ya Dîlokê. Piştî otopsiyê cenaze birin Gusilxaneya Goristana Asrî û piştî merasimê dê wan bişînin malbatên wan.
Rayedarên leşkeran agahî da malbatên leşkeran ên li Edene û Çanakkaleyê.
Waliyê Çanakkale Orhan Tavli, Fermandarê Garnizonê Tugamiral Tayyar Erten û Midûrê Polîsan Celal Sel agahî da malbatê. Bavê leşker Ramazan Kaşikçi piştî agahiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çanakkaleyê. Cenazeyê Serbaz Kivanç Kaşıkçi anîn Kilîsê û dê ji wir bibin Çanakkaleyê.
Li Edeneyê jî rayedarên leşkeriyê agahî da dayika leşker Muhammet Duran Keskin Elif Keskin. Malbata leşker piştî agahiyê şîn danîn.
HÊJ AGAHÎ Jİ 2 LEŞKER KU DAÎŞÊ ŞEWITAND TUNE
Di 24'ê Kanûna 2016'an de hat diyarkirin ku DAİŞ’ê li El Babê 2 leşkerên TSK'ê şewitandin û înfaz kirin. Piştre ev vîdeoyên ku tê îdîakirin leşker şewitandine bi riya medya civakî li civakê hat parvekirin. Têkildarî vê yekê rayedarên hikûmetê gotin em lêkolîn dikin û tu agahiyên cuda nedan. Di ser bûyerê re 17 roj derbas bûn. Lê hêj bersîva bavê leşkeran nehatiye dayîn û malbat nehatine agahdarkirin.
DAIŞ'ê şewitandin û kuştina 2 leşkerên TSK'ê yên li Bab'ê dîl girtibûn bi dimenan û raya malperên înternetê bi cîhanê re parve kir. Piştî dîmen hatin parvekirin, Tirkiye înternet asteng kir û destûr neda ku ew dîmen bên belavkirin. Lîsta dîmenen şewitandina leşkeran gihişt milyonan kesan. Pişti DAIŞ'ê dîmenên şewitandina leşkeran parve kir, derket holê ku leşkerên salek berê ji aliye DAIŞ'ê ve dîl hatine girtin Seftar Taş ê 22 salî û Fethî Şahin e. Hat diyarkirin ku Seftar Taş ji Îdirê ye û Fethî Şahîn jî ji Osmaniyê ye. Seftar Taş dema li Kilisê li Qereqola Hidud a Şehit Mehmet leşkeri dikir, di 1'ê Îlona 2015'an de ji aliyê DAİŞ'ê ve hat revandin û dîl hat girtin.