STENBOL - Li Stenbolê piştî çend salan yekem car barîna berfê bandorek ew qas mezin li ser jiyana welatiyên Stenbolê dike. Ji ber barîna berfê seferên balafir û keştiyan hatin belalkirin, dibistağn hatin girtin. Li aliyê din jî ji ber barîna zêde dîmenên rengîn çêbûn.
Barîna berfê ku gelek bajarên Tirkiye xist bin bandora xwe, herî zêde bandorê li ser jiyana welatiyên Stenbolê dike. Barîna berfê herî zêde bandor li ser bajarê Stenbolê kir. Stenbol piştî salan yekem car ew qas dikeve bin bandora berfê. Ji ber barîna berfa zêde dibistan ketin betlanê, seferên deryayê hatin betalkirin û balafir ranabin. Her çend şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê çend hefte berê jî got wan amadekariyên ji bo berfê amade kirine jî derket holê ku şaredariyê amadekariya berfê nekiriye. Ji ber barîna berfê seferên otobusan jî hatin rawestandin. Ji ber berfa zêde welatî zêde nikarin derkevin kolanan. Bajarê ku di nava rojê de kolan pir qelebaliq bûn ji ber barîna berfê kolan bêdeng û tenha ne. Ji ber trafîk jî rawestiya ye êdî tê naxetime. Ji ber kolan bêdeng in û berf zêde bariya welatiyan ji berfê lîstik çêkirin û mirovên ji berfê ava kirin. Gelek welatiyên derketin kolanan ji berfê kaşkaçok çêkirin û wêne kişandin. Zarok jî tama barîna berfê derdixin. Peravê deryayê yên Karakoy û Eminonu jî bû warê masîvanan. Masîvanên ku derketin seyda masiyan guh nedan barîna berfê û masiyan neçîr dikin.
Li kolanên Emînonu, Karaköy Kuleya Galata, Kolana stiklalê û Beyoglu dîmenên rengîn derketin holê.